Elmanya dixwaze belavkirina karbon monoksîtê kêm bike

Konseya Wezîran a Elmanyayê bi şêweyê ku Dadgeha Destûra Bingehîn destnîşan kiriye, qebûl kir ku belavkirina karbon monoksîtê ya li hewayê kêm bike.

Hikumeta Elman qebûl kir, ku di mijara kêmkirina belavkirina karbon monoksîtê de li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevbigere.

Li gorî vê biryarê, Elmanya dixwaze heta sala 2030'î bi rêjeya ji sedî 65'an belavkirina karbon monoksîtê kêm bike.

Biryara Elmanyayê ya sala 1990'î di asta rêjeya ji sedî 55 de bû.

Elmanyayê her wiha di mijara notra karbonê de armanca xwe ya heta sala 2045'an danîbû pêşiya xwe, bi 5 salan kêmtir kir.

Biryara ku ji aliyê Konseya Wezîran ve hate pejirandin, tê payin ku bikeve rojeva parlamentê.