Efrîn a beriya dagirkeriya Tirk

Efrîn ji 18'ê Adarê û vir ve serdema xwe ya herî tarî ya dîrokê dijî. Beriya dagirkeriya Tirk herêmeke ewle ya Kurd bû ku cihê xwe ji hemû mexdûran re vedikir. Her wiha ji bo modêlê jî qada jiyanê bû.

Efrîn ku heta bi kûrahiya dîrokê ve diçe û bi sedan sal in weke navenda Kurdbûnê tê zanîn ev 9 meh in ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Dewleta Tirk li gel çeteyên xwe ev hunera xwe ya gemarî kir û hê jî dike. Efrîn ku Şoreşa Rojava lê berbiçav bû û her ku diçû geş dibû, ev 9 meh in bi dagirkeriyê, bi komkujî, talan, paqijiya etnîk hewl tê dayin ku bikin Tirk.

Dewleta Tirk ku 20'ê Çile ya 2018'an bi 79 balafiran, bi sedan tang û obûsan, bi hezaran leşker û 25 hezar endamên çete êrîşên dagirker bire ser, beriya vê nifûsa wê milyonek bû, navenda demokrasî, zanîn, perwerdehihê bû. Efrîn ku bi çiya û darên xwe yên zeytûnan û avên xwe mîna bihiştê bû, bi gelê xwe yê kedkar û berxwedêr li gel êrîşa dewleta Tirk û bi hezaran çeteyên wê, malxweyîtî ji zêdetirî 400 hezar penaberî re dikir.

WARÊ ZEYTÛNAN A HILALA ZÊRÎN

Herêma Efrînê dikeve bakur rojhilatê Hîva Zêrin ya Mezopotamyaya ku ji mîrovahiyê re dayiktî kiriye. Berfirehiya wê nêzî 203 hezar hektar e. Li bakurê rojava Çiyayê Amanos, li bakur Çiyayên Toros, li bakurê rojhilat Herêma Şehba, li başûrê wê jî Çiyayê Saman heye û 60 kîlometre dikeve bakurê navenda bajarê Heleb ê. Efrîn herêmeke çiyayî ye û çiyayê herî bilind jî Çiyayê Hawar e. Ankan, Sîsekan, Hastiyan, Lelûn jî çiyayên Efrînê ne. Ji ber nêzî Derya Spî ye her sal navbera 500-600 mm de baran dibare û herêma Efrînê bi çavkaniyên ser erd û binerd de ji bo çandiyê gelek guncaw e. Li xaka Efrînê hema bêje hemû tişt lê şîn dibe û bi zeytûnên xwe gelek navdar e.

JI GELEK ŞARISTANIYAN RE MALOVANÎ KIR

Îro jî Efrîn yek ji navendên herî girîng yê Rojavayê Kurdistanê ye û di dîrokê te weke ‘Çiyayê Kurmênc’ tê zanîn. Osmaniyan nave ‘Kurdax’, Fransiyan ‘Cebel Ekrad’ û rejîma BAAs jî ‘Cebel Haleb’ li Efrînê kirine. Çiyayên Kurmenc li başur rojhilatê Bakurê Sûriyeyê cih digre û hemû bajarokên Efrînê dorpêç dike.

Efrîn a ku bi sedan sal weke herêma Kurd tê zanîn di dîrokê de malovanî ji gelek împaratorî û şaristaniyan re jî kiriye. B.M (beriya miladê) 1200 salan Hûrî û Mîtanî lê jiya bûn û piştî dagirkirina Asûriyan heta P.M (piştî mîladê) 300 Med û Persan desthilatdariya xwe domandine. Piştî ku Îskenderê Mezin herêm dagir kir bû yek ji navendên herî girîng yê Helenîzmê. B.M heta 636’an Mekedonî, Roma û Bîzans lê desthilatdar bûn.

637’an de Erebên Misilman lê dibin desthilatdar û bi hezaran sal Emevî, Eyyûbî, Ebbadî û Memlûk lê dibin desthilatdar.

Osmanî sala 1607’an Efrînê dagir dikin û di dema Osmaniyan de jî gelek malbat koçber dibin û li ser Elewiyên ku li herêmê tên bicih kirin jî komkujiyan pêk tînin. Heta sala 1928’an dibin dagirkeriya Osmaniyan de dimîne, piştre sala 1922’an dikeve destê Fransiyan û piştre dikeve bin hikmê dewleta Fransayê.

NAVENDA KURDBÛNÊ BÛ

Efrîn di demê Selahaddînê Eyyûbî de ji ber stratejiya dewleta Kurd yek ji navendên girîng bû. Ji gelek cihên Kurdistanê şopên eşîretên ku dixwestin beşdarî artêşa Eyyûbî bibin hene. Elewiyên Kurd ên ku salên 1500 ji ber komkujiyên Osmaniyan reviya bûn bûbû sitargeh ji bo wan. Beriya ku Efrîn bikeve dibin desthilatdariay Ocamaniyan de li gelek cihên wê Elewî lê jiya bûn. Lê piştî ku Osmaniyan lê bûbûn desthilatdar gelek Efrînî koçber bûn û li ser gelek ji wan komkujî pêk hatin.

Di salên destpêkê yên sedsala 20’an piştî serhildanên li Bakurê Kurdistanê ji bo gelek Kurdên ku ji ber komkujiyên dewleta Tirk reviya bûn bûbû sitargehek. Piştî serhildana Dersimê Nûrî Dersim li Helebê bicih bûbû û gora wî niha li Efrînê ye.

Her çiqas di dema BAAS’ê de planên guhertina demografî û asîmîlasyonê pêk hatibin jî Efrîn herêmeke ku çanda Kurditiyê parastiye. Li Efrînê li dijî politîkayên asîmîlasyonê dengbêjan, helbestvaan û wêjenasan ve her tim di nava berxwedanê de bû. Bavê Salih, Cemîl Horû, Elî Tîco dengbêjên herî girîng yên Efrînê ne ku heta roja meya îro muzîka klasîk a Kurdî anîne.

BERIYA DAGIRKERIYÊ LI WIR BÛN

Herî zêde bermayên dîrokî yên di dema Hûrî û MÎtayan de lê hebûn. Beriya tevgera dagirkeriya dewleta Trik li herêmê nivîs, qale û bermayên din yên dîrokî yên dema Hûrî û Mîtayan lê hebûn. Şikefta Duderî ya ku qerqodeyên Neanderthal ên beriya sed hezar salan ji demên Hûriyan mabûn lê wir bû. Li aliyê din Qela Nebî Hûrî (Qela Sîros) a ku gelek bermahiyên dîrokî yên dema Romayan, Perestgeha Ayn Dara a ku beirya 3 hezar salan hate avakirin, Qelaya Sîmon a ji bo alema Xiristiyanan ku gelek girîng e li wir bûn.

KEMERA EREB BI SER NEKET

Efrîn yek ji navendên ku ji 7 navçeyên li 3 herêmên Reco, Cindirêsê, Efrîn û girêdayî van 656 gundan pêk tê. Navçeyên Şera, Mabetda û Meydankê girîdayî herêma Efrînê, navçeya Şiye jî girêdayî herêma Cindirê, navçeyên Meydana, Bilbilê û Bedîna jî girêdayî herêma Raco ne.

Di sala 2011’an de li navenda bajêr hejmarekî kêm a şêniyên Erebên Efrînê hebûn. Li Efrînê nifûsa Ereb a ku bi politîkayên kemera Ereb a BAAS’ê ku 1965’an destpêkir û hatin bicihkirin tevî vê jiyaneke hevpar a bi Kurdan re hebû. Li navenda navçeya Mabeta Elewiyên Kurd, li gundên Şera û Şerewa yên Cindirêsê Kurdên Êzidî lê dijiyan. Li herêmê Tirbeya Yagmur Dede, Sevrin Dede, Xelil Dede, Comert Dede, Îbrahîm Dede yên girêdayî Elewiyan hebûn. Şêx Berekat jî yek ji navendên baweriyê yên girîng a Êzidiyan bû.

Li Efrînê ji ber piştguhkirina ji aliyê rejîmê ve û pirsgirêkên aboriyê gelek kes koçberî Heleb û bajarên mezin bûn. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û ji ber şerê li Helebê gelek kes vegeriyan Efrînê û vegera ji bo Efrînê giran bûn.

BERIYA ŞOREŞÊ JÎ RÊXISTINÎ BÛ

Dema ku 2011'an li Sûriyê şerê navxwe dest pê kirî, gelê Efrînê li dora Têkoşîna Azadiya Kurd û PYD'ê ku 2003'an ava bûbû, bi giştî rêxistinî bû. Herêma Rojavayê Kurdistanê ku partiyên bi ser PDK'ê ve lê pir qels bûn Efrîn bû.

Tevgera Civaka Demokratîk beriya şoreş dest pê bike pêşî li Efrînê têkilî tiştên ku wê li Sûriyê bibin gelek nîqaş rê ve bir û rêxistiniya civakê kir. Dîsa li gel hemû ferzkirinê ENKS'ê ku 2011'an hatî avakirin, gelê Efrînê li aliyê hêzên Ereb û hêzên bi ser dewleta Tirk ve ku ji xwe re muxalîf digotin cih negirt. Lê şehîd Çekdar ku di Şoreşa Rojava de weke şehîdê pêşî yê Efrînê tê zanîn, bi destpêkirina şoreşê re, ji hêla alîgirên Azadî ya ENKS'ê ve bi hovîtî hate qetilkirin. Bi 19'ê Tîrmeha 2012'an re, piştî ku Şoreşa  Rojava dest pê kir hêzên rejîmê ji Efrînê hatin derxistin.

BI ŞOREŞÊ RE LI HER QADÊ RÊXISTINÎ

Bi destpêkirina şoreşê re 2011'an bi pêşengiya TEV-DEM'ê û Yekîya Star (Kkongreya Star) avakirina sazûmaniyê dest pê kir, piştî ku rejîm ji herêmê hate derxistin valahiya rêveberiyê TEV-DEM'ê tije kir. Bi destpêka şoreşê re TEV-DEM'ê û Kongreya  Starê hema hema li hemû navçe û gundan komun û meclîs hatin avakirin.

Li gel dorpêça rejîmê, Tirkiyê û çeteyên wê di bin banê TEV-DEM û Kongreya Star de komîte di qadên perwerde, tenduristî, aboriyê û hwd. dehatin avakirin.

Bi şoreşê re Saziya Zimanê Kurdî li navend, gund û taxan kursên zimên dan. Haziriya perwerdehiya bi zimanê dayikê hatin kirin. Saziya Zimanê Kkurdî ji bo mamosteyên ku dersên Kurdî bidin bigihîne li tevahiya Rojava akademiya pêşî 11'ê Tebaxa 2013'an bi navê Şehîd Ferzat Kemenger li Efrînê vekir.

CERIBANDINA RÊVEBERIYA XWESER A DEMOKRATÎK

2014'an li tevahiya Rojava Rêveberiyên Xweser ên Demokratîk bi rengê 'Kanton'ana hate ragihandin. Efrînê jî 21'ê Çile ya 2014'an weke yekîneya Rêveberiy Xweser a Demokratîk bi rengê Kantonê hate ragihandin.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê Dr. Osman Şêx Îsa li ser pêşwazîkirina gel a li ser vê geşedanê got, ''Gelê Efrînê ev ragihandin ji bo xwe weke pêvajoyeke dîrokî dît. Di dîroka xwe de cara pêşî gel rêveberiya xwe ji nav xwe derdixist. Cara pêşî bû ku gelan bi hev rêveberiyeke diyar dikir. Ango demokrasiya rasterast hate avakirin, rêveberiyeke li gorî civakê hate danîn.''

GEL VÎNA XWE DI VÊ PERGALÊ DE DÎT

Li Efrînê demên pêşî xizmetê pêşî bi komîteyan dihate kirin bi ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk re ji hêla 22 konseyan ve hate rê ve birin. Pergala hevseroktiyê, kotaya jin û ciwanan esas hate dîtin. Bi 22 konsey û rêxistiniyên di bin banê van de ji bo pêdiviyên gel ên her cureyî, weke xizmeta şaredariyê, vexwarinê, avdana zeviyan, çandinî, perwerdehî, parastin, tenduritî, aborî û hwd. rêveberiyek hate avakirin..

PERWERDEHIYA DU ZIMANÎ

Rêveberiya Xweser bi biryareke perwerdehiya du zimanî li Efrînê Erebî û Kurdî weke du zimanên fermî hatine qebûlkirin û pergala perwerdehiyê li gorî hişmendiya neteweya demorkatîk, ji bo du civakan jî hate geşkirin.

4 NEXWEŞXANE HEBÛN

Di qada tendiristiyê de çar nexweşxane hatin vekirin. Nexasim li Nexweşxaneya Avrînê ku ji hêla Konseya Tendiristiyê ve hatî avakirin, emeliyatên giran jî dikarîbû were kirin.

HEMÛ BAWERÎ RÊXISTINYA WAN HATE KIRIN

Li Efrînê ku mîna navenda baweriyê bû bi Şoreşa rojava hemû bawerî bûne xwedî îbadetgehên xwe û navendên xwe. Êzîdiyên Efrînê ku beriya şoreşê ji ber baweriya xwe bi rejîmê re problem dijiyan, bi şoreşê re bi rehetî rêxistiniya xwe kirin.

Êzîdiyan 2012'an li Basufanê naveneke biçûk ava kirin, 2013'an navenda xwe ya bi tabêlaya fermî vekirin. 2015'an li Sînka û navenda EFrînê Navenda Yekîtiya Êzîdiyan a Efrînê ava kirin.

2015'an Elewiyên Efrînî jî Mabeta Navenda Elewî ava kirin.

Ermenî jî bi nûnerên xwe di rêveberiyê de cih girtin û komunên xwe ava kirin.

ABORIYA KU DI BIN DORPÊÇÊ JÎ GEŞ DIBÛ

Li Efrînê ku axa wê biber bû û mîna diyarê zeytûnan dihate naskirin, piştî şoreşê jî bi çandiniyê gel debara xwe kir. Xaka Efrînê ku nêzî 203 hektarî bû, 127 hezar hektar bi projeya avdana zeviyan hate çandin û di şertên zehmet de vê gelê Efrînê xwedî kir.

Li gorî Komîteya Çandinê dawiya 2017'an li Efrînê 18 milyon darên zeytûnan hebûn, 1 milyon û 300 hezar jî darên fêkî yên biber hebûn. Heman salê 15 hezar ton genim hate hilanîn. Her wiha tê texmînkirin ku li Efrînê îsal 270 hezr ton zeytûn hate hildan.

LI DIJÎ BI SEDAN ÊRÎŞÎ LI BER XWE DA

Piştî ku şerê navxwe yê Sûriyê dest pê kir gelê Efrînê jî mîna herêmên din ên ROjava 2011'an tabûrên xwe ava kirin. 19'ê Tîrmeha 2012'an bi ragihandina Şoreşa Roajva re YPG'ê xwe ragihand. Vê pêvajoyê bi navê Şehîd Armanc li Efrînê tabûra pêşî ya YPG'ê ava bû. 2013'an li Rojava YPJ ava bû, li Kantona Efrînê jî bi navê Şehîd Rûken tabûra YPJ'ê hate avakirin. Her wiha 2013'an hêzên Asayişê mîna li deverên din ên Rojava li Efrînê ava bû.

Di navbeyna 2012-2018'an de Efrînê bi sedan şehîd da. Ji bo vê jî,  Efrîniyan di van 6 salan de li Cindirêsê Şehîdgeha bi navê Şehîd Seydo, li Şêrayê jî Şehîdgeha bi navê Şehîd Refîq ava kirin. Li nav şehîdgehan cenazeyên bi sedan şehîdî hene ku di nav wan  şehîdên Cephet El Ekrad û Ceyş El Siwar jî hene.

PARASTINA BI HÊZA GEL

2015'an HPC û HPC-JIN hate avakirin, bi biryara Rêveberiya Xweser a Demokratîk ev hêz tevlî nav hêzên berevaniyê bûn. YPG, YPJ, Asayiş, HPC, HPC-JIN Berxwedan Serdemê ya parastina 2018'an a Efrînê jî di nav de bi koordînasyonekê hatin pêşxistin. Hêzên Parastina Efrînê bi rengekî çalak tevlî çalakiya azadkirina Şehbayê bûn.

Efrînê malxweyîtî li Cephet El Ekrad jî kir, ku 2013'an piştî ku 21 komên çeteyên bi kontrola Tirkiyê ku di nav wan de DAÎŞ, Nusra, Ahrar Şam jî hebûn, êrîş birin ser Şehbayê ji Efrînê derketin û her wiha malxweyîtî li Ceyş El Siwar jî kir ku piştî çeteyên dewleta Tirk êrîş birin ser Idlibê jê vekişiyan. Van hêzan li Efrînê xwe dîsa dane ser hev û di serî Til Rifat tevlî nav pêngava rizgarkirina  Efrînê bûn.

MALXWEYÎTÎ LI SEDAN PENABERÎ KIR

Efrîn piştî 2012'an li gel ku dor lê hatibû pêçan jî, heta ku 20'ê Çile ya 2018'an êrîşên dagirker jî, ji Idlib, Xumus, Hama, Reqa, Heleb, Şam û gelek bajarên Sûriyê koç stand. 6 salan li gel ku gelek penaber hatin Efrînê jî saziyên alîkariyê yên navnetewî, NY û YE ti alîkarî nedan penaberan.

Gelê Efrînê xwarin û xaniyên xwe bi penaberan re par ve kirin. Konseya Karê Navxwe ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi derfetên xwe yên kêm alîkarî gihande bi sed hezaran mirov. Li Efrînê piştî ku hijmara penaberan pir zêde bû du kampên penaberan ên bi navê Rûbar û Şehbayê hatin avakirin.

Nifûsa Efrînê li gorî hijmartina 31'ê Kanûna 2010'an 523 hezar û 258 bû lê bi 400 hezar penaberê ku ji deverên cuda yên Sûriyê hatin nifûsa wê ji 1 milyonekê derbas kiribû.