EFA: Erdogan, ji bo aramiya Rojhilata Navîn xetere ye

Tifaqa Azad a Ewropayê, êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Kurdistanê şermezar kirin û daxwaza alîkariya navneteweyî ji bo gelê Kurdistanê kir.

Tifaqa Azad Ewropayê jî bertek nîşanê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên berpêyî Rojava û Başûrê Kurdistanê da.

Di danezana bi sernavê “EFA, erîşên Tirkiyeyê yên berpêyî Kurdistanê şermezar dike“ hat weşandin de ev tişt hatin diyarkirin: “Tifaqa Azad a Ewropayê ya di Parlamentoya Ewropayê de, bi Kurdan re piştevan e, êrîşên berpêyî Kurdistanê yên Hêzên Tirk şermezar dike.

Tirkiye ji sala 2011’an ta bi niha êrîşê Kurdistanê dike.

Em Tifaqa Azad a Ewropayê vê êrîşê wek taktîkeke gefxwarinê ya rejîma Erdogan dibînin û daxwaza alîkariya navneteweyî ji bo gelê Kurdistanê dikin.“

Di dewama daxuyaniyê de, Serokê Koma EFA’yê Jordî Sole axivî û got: “Em armanca hikûmeta Erdogan a kontrolkirina vê xakê, şermezar dikin. Her wiha li gel îspatên bi fikar ên têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ku binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, operasyonên leşkerî yên li ser seranserê herêmê berdewam in, şermezar dikin. Êrîşa trajîk a ku 13’ê Mijdarê li Stenbolê pêk hat, tu kesê negirt ser xwe. Di her rewşê de, civaka navneteweyî bêdeng e û bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî ji bo bombekirina sivîlan, tu hincet nabe.”

Di daxuyaniyê de Hevserokê Koma Dostên Kurdan a li Parlamentoya Ewropayê û di heman demê de endamê Koma EFA’ê, Françoîs Alfonsî jî axivî û got. “Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakurê Sûriyê û Bakurê Iraqê, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Erdogan ji bo aramiya Rojhilata Navîn xetere ye. Divê piştgiriya gelê Kurd bê kirin.”