Edaleta Belçîkayê tîma sûîkastê ya Tirk bêsûc dît!

Li Brukselê di doza sûîkasta li hemberî rêveberên Kurd de dadgehê biryara ‘beraatê’ da tîma sûîkastê. Rêveberên Kurd û parêzer Jan Fermon diyar kirin ku ev biryareke siyasî ye.

Li hemberî Hevserokê KONGRA-GEL û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar di sala 2017’an de hewldaneke sûîkastê hatibû kirin. Rûniştina biryarê ya vê dozê hate kirin.

Di rûniştina pêşîn a 11’ê Adarê de hatibû diyarkirin wê biryar di 22’ê Gulanê de were eşkerekirin. Lê piştre hatibû diyarkirin wê biryar di 13’ê Gulanê de were dayîn.

Aydar, Kartal û parêzer Jan Fermon di rûniştina biryarê de amade bûn. Ji aliyê hember jî bi tneê parêzerê bersûcekî amade bû.

BIRYARA BERAATÊ

Dadgehê biryara beraata endamên koma sûîkastê ya Tirk da. Dadger diyar kir ew cîddiyet û rastiya delîlên di dosyeyê de qebûl dike û ev delîl ji bo mahkûmiyetê ne bes in. Dadgehr diyar kir MÎT a ku teşkîlata îstîxbarata Tirk e ji ber ku saziyeke dewletê ye nabe ku wekî terorîst were nirxandin. Dozger jixwe ji serî ve dixwest vê dozê bixe. Di biryara dadger de hevoka ku lêpirsîna Fransayê derket pêş. Polîsên Fransayê bi hevokekê endamên koma sûîkastê bêsûc dît. Dadgehê jî ev gotin ji xwe re kir esas.

FERMON: HIM DELÎL HATIN QEBÛLKIRIN Û HIM JÎ GUMAN HATE AFIRANDIN

Parêzer Jan Fermon ji ANF’ê re axivî û got “Biryara bi kitekit wê roja Duşemê têkeve destê me. Em hemû kitekiyan nizanin me bi tenê li hincetên wan nihêrî. Dadgeh qebûl kir ku tiştek heye. Mînak bersûc di navbera xwe gotinên wekî ‘Gola xwînê’ bi kar anîne. Lê piştre li ser hemû delîlan guman hate çêkirin. Dadger hemû delîlên di dosyeyê de ji bo ku bibêje ‘ne bes e’ rêz kir. Hemû lêpirsîna Fransayê hevokek e. Dadger got ‘Polîsên Fransayê diyar dikin têra xwe delîl tune’ û wî jî ev tişt got.”

‘BOMBEYA’ DI DESTÊ FRANSAYÊ DE: ZEKERÎYA ÇELÎKBÎLEK

Di dosyeyê delîl hene ku Zekeriya Çelîkbîlek him ji îstîxbarata Tirk û him jî ji ya Fransayê re dixebite. Di dosyeyê de hevdîtinên li ser qetlîama Parîsê heye ku di sala 2013’an de sê şoreşgerên jin li Parîsê hatibûn qetilkirin. Li gorî Fermon heke Fransa vêya qebûl bike, ev tişt tê wateya ‘bombeya nukleer’.

DADGER BI AWAYEKÎ SEYR ‘MÎT’ PARAST

Fermon diyar kir ku kitekiteke din jî heye ku derbarê MÎT’ê ye û got “Dadger ji min re got ku me gotiye ev kes endamê MÎT’ê ne. Me tiştekî wisa negot. Me got têkiliya wan heye. Wî jî got ‘We gotiye ku ev ji MÎT’ê re dixebitin, MÎT di warê hiqûqîd e serwîseke dewletê ye û nabe ku terorîst be. Heke ji MÎT’ê re dixebitin nabe ku ev kes terorîst bin. Biryara dadgehê ev e ku ‘Wê çawa xwe ji vê meseleyê rizgar bikin’. Ev biryareke siyasî ye û aqilê dewletê ye. Ne biryareke li ser dosyeyê ye. Di dozeke din de bûya wê bi van delîlan mahkûmiyet derketa” Fermon diyar kir wê piştre biryara bi kitekit binihêrin.

AYDAR: ENCAMA TÊKILIYÊN DI NAVBERA DEWLETAN DE YE

Zubeyîr Aydar jî diyar kir ev biryar ji ber encama têkiliyên di navbera dewletan de ye û got “Dozger jixwe ji destpêkê ve nedixwest doz were vekirin. Di çarçoveya şerê Ukraynayê û têkiliyên di navbera Fransa û Ukraynayê de biryareke siyasî hate dayîn. Ji bo ku pêşiya krîzên navdewletî neyê vekirin biryareke wisa hate dayîn. Em îtîrazî vê biryarê bikin.”

KARTAL: EV BIRYAR NAYÊ QEBÛLKIRIN

Remzî Kartal nerazîbûn nîşanî bêsûcdîtina MÎT’ê da û got “ Jixwe problem li vir dest pê dike. Sûcên MÎT’ê yên wekî êrişên terorîst, revandina mirovan, êşkence, provokasyon, sûîkast û qetlîama Parîsê heye. Ji ber vê ev biryarên hatine dayîn siyasî ye û em ê serî li dadgeheke bilindtir bixin.

KRONOLOJIYA DOZÊ

Derbarê lêpirsîna li ser hewldana sûîkastê biryar hatibû dayîn di 18’ê Hezîrana 2021’an de doz were vekirin. Di dozê de Zekerîya Çelîkbîlek, Yakûp Koç, Necatî Demîrogûllari û Haci Akkûlak hate darizandin. Bi tenê parêzerê Demîrogûllari amade bû.

Jan Fermon ê ku parêzerê Aydar û Kartal e dosyeyeke berfireh amade kir û û tê de destnîşan dikir ku li Ewropayê toreke mezin a sûîkast û sîxurtiyê heye û balyozê berê yê Tirkiyeyê Îsmaîl Hakki Mûsa jî di nav e rola gelek kesên di qetlîama Parîsê de derdixîne holê. Di dosyeyê de delîlên cîddî hene ku Îsmaîl Hakki Mûsa kesên di nav hewldana sûîkasta Brukselê de koordîne dike.

Endamên koma sûîkastê di sala 2017’an de dema ku li dora avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) keşifr dikirin hatibûn tespîtkirin û polîsan ew dîtibûn. Di dema kontrola polîsan de Yakûp Koç nasnameyeke polîsên Tirk nîşan dabû. Hatibû diyarkirin Zekeriya Çelîk jî berê di nav artêşê de cih girtiye. Tê fêmkirin ku Necatî Demîrogûllari yê ku li Belçîkayê dijî jî lojîstîk û xebatkaran peyda dike.

Haci Akkûlak ê ku Kurd e piştî ku wekî sîxur hatibû bikaranîn fêm kiribû doz ber bi sûîkastê ve diçe û ji polîsên Belçîkayê re mikur hatibû. Tê diyarkirin Akkûlak ji aliyê karsaz Demîrogûllari bi koma sûîkastê hatiye nasandin.

Yakûp Koç reviya Tirkiyeyê û Zekerîya Çelîkbîlek hê jî li Fransayê ye. Çelîkbîlek xwe wekî hosteyê elektrîkê dide nasandin. Di dosyeyê de Yakûb Koç û Çelîkbîlek wekî amadekarên plana sûîkastê cih digirin.

Kesên di nav koma sûîkastê de têkiliyên wan bi Enqere, Serokkomariya Tirk re hene. Takîba teknîkî, axaftinên telefonê, wêne, mikurhatinên li Fransayê delîlan piştrast dike ku ji Qetlîama Parîsê heta hewldana sûîkasta li Brukselê toreke sûîkastê bi fermana Enqereyê li Ewropayê heye.

Parêzer Jan Fermon di rûniştina pêşîn de têkiliyên koma sûîkastê, axaftinên di navbera koma sûîkastê de, wêneyên şêwirmendê nêz ê şefê SADAT’ê Adnan Tanriverdî û Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan, Seyît Sertçelîk ku li Parîs û Qesra Serokkomariyê nîşan dabû.

[albûm=16876]