Ecevît Pîroglû dest bi greva birçîbûnê kir

Şoreşger Ecevît Pîroglû yê ji aliyê Sirbistanê ve rehîn hatiye girtin û dibe ku teslîmê Tirkiyeyê bê kirin. Pîroglû bi rêya parêzerên xwe ragihand ku heta azadiya xwe bi dest bixe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.

Şoreşger Ecevît Pîroglû yê ji Berxwedana Geziyê ber bi Rojavayê ve bi rê ket û li dijî DAIŞ’ê şer kir, ji aliyê Sirbistanê ve hatiye girtin û hewil tê dayîn teslîmê Tirkiyeyê were kirin. Ecevît Pîroglû rîska ku îadeyê Tirkiyeyê bibe heye. Pîroglû bi rêya parêzerên xwe ragihand ku heta azadiya xwe bi dest bixe dest bi greva birçîbûnê ya bê dem kiriye.

Daxuyaniya Pîroglû wiha ye:

“Ez Ecevît Pîroglû me; şoreşgerê çîna karkeran ê enternasyonalîst im. Ji sala 2021‘î ve li Sirbistanê girtî me. Dost û hevrêyên xwe yên ji bo azad bibim û îadeyê Tirkiyeyê nebim li seranserê cîhanê dest bi çalakiyan kirine; piştevaniya xwe ya enternasyonalîst nîşan didin silav dikim. Ez jî bi destpêkirina bi greva birçîbûnê aşkere dikim ku tev li berxwedana li dijî êrîşa şoreşger, demokrat û welatparêzan bûme.’’

‘TESLÎMÊ TIRKIYEYÊ NEKIN’

Înîsiyatîfa Azadî ji Ecevît Pîroglû re ya li dijî îade kirina wî ava bûye, li gelek welatên Ewropayê çalakî li ber Sefaretxaneya Sirbistanê li dar xistin û banga rawestandina îadekirinê kir.

Li paytexta Fransayê, Parîsê, li paytexta Yewnanistanê, Atînayê, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê û li bajarên Den Haag ê Holandayê li ber sefaretxaneyên Sirbistanê çalakî hatin lidarxistin.

Şoreşgerên bi banga înîsiyatîfê li ber sefaretxaneyên Sirbistanê hatin ba hev, di daxuyaniyên bi Tirkî û Îngilizî kirin de bal kîşandin ser jiyana Ecevît Pîroglû û bang kirin ku Pîroglû îadeyê Tirkiyeyê neyê kirin.

Di çalakiyan de bê navber dirûşmeyên “Îade nekin“, “Azadî ji Pîroglû re“ hatin berzkirin û dosyeyên têkildarê Ecevît Pîroglû hatin amadekirin teslîmê sefaretxaneyan hatin kirin.