DYE û Talîbanê girtiyên di destê xwe de bi hev guherandin

Di navbera DYE û desthilatdariya Talîbanê ya Efganistanê de girtî bi hev hatin guherandin.

Wezareta Karê Derve ya Efganistanê daxuyaniyek da û diyar kir leşkerekî payebilind ê artêşa behrê ya DYE’yê yê ku di sal in di destê Talîbanê de bû, di 19’ê Îlonê de teslîmî DYE hatiye kirin.

Hate diyarkirin DYE jî kesekî girîng ê rejîma Talîbanê teslîm kiriye.

Wezîrê Karê Derve Emîr Han Mûttakî got “Îro Mark Freîchs teslîmî DYE hate kirin û Haci Başar jî li balefirgeha Kabîlê teslîmî me hate kirin.”

Li gorî nûçeya AFP’ê endamê Talîbanê Beşîr Nûrzayî li DYE’yê ji ber eroînê cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hatibû birîn.

Berdevkê hikumetê Zabîhulalh Mucahîd ji AFP’ê re axivî û got “Beşîr Nûrzayî bi awayekî fermî di nav Talîbanê de cih nagire lê piştî salên 1990’î dema ku Talîban derket holê, çek jî tê de alîkariyeke girîng daye.”