DYE: Em ê bersivê bidin destwerdana Rûsyayê

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Pompeo der barê îhtimala destwerdana Rûsyayê li hilbijartinên 2020'î yên serokatiya Emerîkayê hişyar kir.

Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Mîke Pompeo destnîşan kir ku eger Rûsya dest li hilbijartinên serokatiyê yên di sala 2020'î de werde wê bersiva vê yekê bidin. Pompeo di civîna çapemeniyê de ya bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re axivî û got, "Di mijara destwerdana li karên me yên navxweyî de ez bi rengekî eşkere tevgeriyam, ev yek nayê qebûlkirin."

Pompeo anî ziman  ku wan "bendewariyên" xwe yên ji Rûsyayê anîne ziman û got, "Rûsya yan jî hêzeke biyanî eger ji bo têkbirina pêvajoya me ya demokratîk tedbîran werbigirin, em ê bersiva vê yekê bidin."

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî anî ziman ku wan beriya niha destnîşan kirin ku îdîayên dibêjin 'wan dest li karên navxweyî yên DYE'yê werdane' îdîayên derew in. Lavrov got, "Di vê mijarê de kesî ispat nekir, ji ber ku neraste, ispata wê nîne."