Dr. Exo: Elmanya piştgiriyê dide siyaseta qirêj a Tirkiyeyê

Endama Înisiyatîfa Defend Kurdistanê Dr. Mechthîld Exo diyar kir ku Elmanya piştgiriyê dide polîtîkaya qirêj a Tirkiyeyê û got “Elmanya naxwaze ev pirsgirêk li ser zemîneke polîtîk were nîqaşkirin û di şerê li hemberî Kurdan de dibe parçeyek.”

Lêkolînera şer û aştiyê, antîmîlîtarîst Dr. Mechthîld Exo li ser metodên lêkolînên dijmetingeriyê û awayê wê yê pêşkêşiyê dixebite. Dr. Exo li ser mijarên wekî ‘xwerêxistinkirina demokratîk a ji jêr ve’ û ‘modelên nû ji bo pergalên aştiyê’ dixebite.

Dr. Mechthîld Exo li Zanîngeha Zanistên Sepandinê ya Emdenê wekî hîndekar dixebite û endama Înisiyatifa Defend Kurdistanê ye. Sala borî dema ku Înisiyatîf çûbû Başûrê Kurdistanê Dr. Exo jî di nav heyetê de bû. Dr. Exo êrişên dagirker ên dewleta Tirk, pozîsyona PDK’ê, xebatên Înisiyatîfa Aştiyê ya Defend Kurdistanê û astengkirinên dewleta Elman ji ANF’ê nirxand.

DEWLETA TIRK ÇEKÊN QEDEXE BI KAR TÎNE

Dr. Exo diyar kir di Hezîrana 2021’an de ew çûbûn Hewlêrê û got “Par di meha Nîsanê de jî dewleta Tirk êrişên leşkerî kiribû û cih û war bomberdûman dikir. Mirov bi darê zorê ji gundan dihatin derxistin. Şerekî mezin hebû û çekên kîmyewî dihatin bikaranîn. Ev çekên qedexe ne. Kes li ser vê meseleyê nediaxivîn û divê em biçûna wir û me ev mijar têxista rojeva raya giştî.”

Dr. Exo diyar kir ku malbata Barzanî bala xwe daye ser Tirkiyeyê û ev malbat tevî alîgirên xwe dewlemend dibin û got “Ev malbat tevî hikumeta Tirk dixebite. Petrol jî tê de dixwaze hemû çavkaniyên binê erdê bifiroşe Tirkiyeyê. Li Hewlêrê di serdana partiyên siyasî û rêxistinan de me dît ku ew jî li dijî êrîşên dewleta Tirk in. Em bi mexdûrên şer, partiyên siyasî, rêxistinên civakî, akademîsyen, hunermend, nivîskar, rêxistinên jin, aştî û ekolojiyê re rûniştin. Ew gelekî kêfxweş bûn ku ji 40 welatan enternasyonalîst ji bo aştiyê hatine. Lê PDK’ê helwesteke cihê nîşan da. PDK’ê nîvê heyeta me asteng kirin.”

ELMANYA NAXWAZE EV MESELE LI SER ZEMÎNEKE POLÎTÎK WERE NÎQAŞKIRIN

Dr. Exo diyar kir ku hikumet û polîsên Elmanyayê jî bi hinceta ku wê ev tişt xisarê bide têkiliyên Tirkiye û Elmanyayê û ji ber vê, çûna çalakgeran a ber bi Hewlêrê qedexe kirine. Dr. Exo diyar kir ku Elmanya piştgiriyê dide polîtîkayên derqanûnî yên dewleta Tirk û got “Li ser saziyên Kurdan ên Elmanyayê zextan dikin û destûrê nadin ku civaka li sirguniyê xwe rêxistin bike. Dewleta Elmanyayê naxwaze mesele li ser zemîneke polîtîk were nîqaşkirin û di şerê li hemberî Kurdan de dibe parçeyek.”

MODELA KU EM DIXWAZIN LI ROJAVA HATIYE AVAKIRIN

Dr. Exo li hemberî gef û êrîşên ku Serokkomarê Tirk derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike jî got “Dîsa çekên kîmyewî bi kar tînin û bi dronên bi çek mirovan qetil dikin. Dewleta Tirk niha jî dixwaze bi metodên emperyal herêmê dagir bike. Divê Tirkiye ji herêmên ku dagir kiriye, ango ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derkeve. Bi taybetî ji bo parastina modela li Rojava peywirên mezin dikevin ser milê welatên Ewropayê û hêzên navneteweyî û divê ev welat û hêzên Ewropayê piştgiriyê bidin têkoşîna demokratîk a civaka ku xwe dispêre azadiya jinan û ekolojiyê.”

Dr. Exo diyar kir ku divê Erdogan were sekinandin û got “Daxwaza demokrasî, mafê jiyanê, azadî, mafên jinan û jiyana antîpatrîyarkal ji bo me hemûyan girîng e. Vê pergala ku gelê Kurd li Rojava ava kiriye û ji bo me jî mînaka jiyana alternatîf e û divê ev li hemû welatan pêk were.”