Doza sîxurê MÎT'ê yê li Welsê ji bo demek nediyar hate taloqkirin

Rûniştina darizandina sîxurê MÎT'ê yê li Awûstûryayê hate girtin, ku wê 3'ê Gulanê roja Duşemê pêk bihata, ji bo demeke nediyar hate taloqkirin.

Hezîrana 2020'î li paytexta Awûstûrya Viyanayê faşîstan êriş biribûn ser çalakiyeke jinan û piştre eşkere bûbû ku êriş ji aliyê MÎT'ê û faşîstên Tirk ve hatiye kirin.

Sîxurê MÎT'ê yê 45 salî ku piştî vê êrişê hate girtin, eşkere bû ku ji sala 2018'an hta sala 2020'î bi rêk û pêk agahî daye MÎT'ê, lewma bi karê sîxuriyê yê li dijî dewleta Awûstûryayê hate sûcdarkirin. Rûniştina doza sîxur ji bo demeke nediyar hate taloqkirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ETHA'yê yê Viyanayê bi dest xist, dadgerê ku wê rûniştina dozê pêk bianiya, ji ber ku ji wezîfeyeke cuda re hate tayînkirin, rûniştina diviyabû 3'ê Gulanê bihata kirin hatiye betalkirin.