Doza Cansû Ozdemîr jê dihate darezandin bi dawî bû

Doza derbarê Hevseroka Koma Partiya çep a Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr a bi hinceta ku ala PKK’ê parvekiriye 2 salin hatibû vekirin, hate girtin. Ozdemîr cezayê pere ku dadgehê dixwest wê nede.

Hevseroka Koma Partiya çep a Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr di salvegera qedexeya xebatên PKK’ê ya ji aliyê Elmanyayê ve 27’ê Mijdara 20217’ê li ser Twîtterê ‘Bila qedexeya PKK’ê rabe!ForbiddenlnGermany’ parvekiribû.

Piştre derbarê Ozdemîr a Partiya Çep ji aliyê dadgeha xwecihî ve cezayê 500 Eûro lê hate birîn. Lê piştî ku Ozdemîr pere nerazad ceza bû 1500 Eûro.

Partiya Cep a ceza bir temîziyê ya Dadgeha Îdarî ya Altone-Hambûrgê. Dadgehê îdîa kir Qanûna Komeleyên dadgeha xwecihî ya Altona binpê kiriye, 4 hezar û 500 Eûro cezayê pere lê hate birîn.

Lê Ozdemîr diyar kir ku wê 1000 Eûroya ji bo komeleyeke ku xebatê ji bo civakî dike bibexşîne lê yê din narazîbne, doz bir temîziyê.

Beriya rûniştina doza ku wê roja Sêşemê bihata kirin, Dadgeha Bilind a Eyaletê ragihand ku doz betal bûye û diyar kir ku Ozdemîr dikare pereyê mayîn nerazîne. Bi vê yekê doza ku du sal bûn dewam dikir bi dawî bû.

Siyasetmedara jin a Kurd Cansû Ozdemîr a têkildarî betalbûna doza derbarê wê hatî vekirin ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku bê ka çima ala PKK’ê ne qedexeye di warê civakî û hiqûqî de vegotiye û got: “Daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê divê ti demê nebe sûc. Ev daxwaz daxwazekî rewa ye. Min ev mafê xwe bikar anî û ev parvekirin kir. Ez weke parlementerek ji bo daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê û anîna ziman a sûcên dewleta Tirk bidomînim.”