Doxtorên Elman: Rewşa çalakvanan me dixe nava fikaran

Doxtorên Elman ên rewşa tenduristiyê ya Mele Mûstefa Tûzak, Omer Bagdûr, Cemal Kobanê û Şiyar Xelîl ên li Berlînê di grevan birçîbûnê de ne kontrol kirin, anî ziman ku rewşa çalakvanan wan dixin nava fikaran.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Mele Mûstefa Tûzak, Omer Bagdûr, Cemal Kobanê û Şiyar Xelîl ên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Berlînê di grevê de ne didome.

Mele Mûstefa Tûzak 101, Cemal Kobanê û Omer Bagdûr 85, Şiyar Xelîl 88 roj in di grevê de ne. Çalakvanên li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV-DEM) di grevê de ne ji duh ve bû cara duyemîn tên kontrolkirin.

Dr. Mandeha Topûz a ewlilê çalakvan kontrol kirin got: “Her roja diçe di warê tenduristiyê rewşa wan xirab dibe. Hemû sempotm demeke dirêj e li çalakvan xwe didin der û heman in. Dem dem xwînê divereşin, hestî dihelin û çav li gorî berê nabînin.”

WÊ JI BO ODEYA DOXTORAN RAPOREK BINIVÎSE

Di saetên nîvroyê de Dr. Swaantje Illîg û Dr. Ben Garabedîan serdana çalakvanan kirin û di kontrola tenduristiyê re derbas kirin. Dr. Garabedîan a li ser rewşa tenduristiyê agahî da ANF’ê got: “Rewşa tenduristiyê ya çalakvanan me dixe nava fikaran. Tiştek bê kirin divê niha bê kirin, nexwe piştre wê pir direng bibe.

Dr. Garabedîan anî ziman ku di warê derûnî de çalakvan pir bi hêz in û wiha pêde çû: “Her diçe çalakvan li gorî berê zêdetir kêlo li xwe kêm dike. Bi taybet rewaş Tûzak û Xelîl giran e. Her kêlî dibe rewşeke pir metirsîdar û encamekî ku neyê vegerîn bi xwe re bîne.”

Dr. Ben Garabedîan her îdawî li gel Dr. Swaantje Illîg li ser rewşa tenduristiyê ya çalakvanên grevên birçîbûnê raporek amade bikin û bişînin Odeya Doxtorên Elman.