Dosya 'Leyla Guven' radestî rojnameya HAZ'ê hate kirin

Jinên Kurd ên li Hîldesheîmê serdana navenda rojnameya HAZ'ê kirin û dosyayek li ser berxwedana Leyla Guven pêşkêş kirin.

Li bajarê Hîldesheîmê yê Elmanyayê, endamên Komuna Jinê ya Şehîd Meryem, serdana navenda rojnameya Hîldesheîmer Allgemeîne Zeîtûngê (HAZ) kirin ku rojanemaya herî kevn a rojane ya welêt e û dosyayek li ser berxwedana Leyla Guven pêşkêş kirin. Ji rayedarê rojnameyê re hate ragihandin ku rewşa Guven krîtîk e. Di hevdîtinê de rayedarê HAZ'ê jî li ser mijarê pirs pirsî.

Semra Gonen piştî hevdîtinê got, "Neheqiya ku tê kirin divê weke neheqiya li jinan hemûyan bê dîtin. Dewleta Tirk êdî kujerê jinan e û dûr ketiye ji edaletê. Ji ber ku vîtamînên herî girîng nadin Leyla Guven û bi rengekî derveyî mirovahiyê tevdigere."

Gonen diyar kir, Leyla Guven rûmet û nasnameya her kesî ye û banga xwedîderketina li çalakiya wê hate kirin.