Dosta Kurdan Brîgîtte, li Hambûrgê hat veşartin

Aktîvîsta siyasî Brigitte Reîb ku salên dirêj ji bo gelê Kurd têkoşîn kiriye, li Hamburgê bi merasîmeke hat veşartin.

Aktîvîsta jin Brîgîtte Reîb ku ji sala 1980’an û vir ve li Elmanyayê li gel têkoşîna maf û azadiyê a gelê Kurd cîh digirt, di 4’ê Nîsana 2022’an de li mala xwe ya Hamburgê jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Reîb ji aliyê Kurd û dostên wan ên li Hamburgê merasîmeke hat lidarxistin. Piştî merasîmê Reîb li goristana li taxa Ottensen a Hambûrgê hat veşartin.

Girseyek qelebalix tevlî merasîmê bû. Ji Meclîsa Jinê ya Rojbîn Leyla Kara di merasîmê de axivî, bal kişand ser xebatên ku Brîgîtte Reîb ji bo gelê Kurd kiriye û got, Kurdan hevaleke xwe ya bi nirx winda kir.

Ji Meclîsa Jinê ya Rojbîn Leyla Kaya jî di merasîma cenaze ya ku girseyek qelebalix lê amade bû de axivî, bal kişand ser tiştên ku Brîgîtte Reîss ji bo gelê Kurd kiriye û got, Kurdan dosteke hêja winda kir.

Kaya da zanîn ku Brîgîtte bi Beate û Robert ên salên borî jiyana xwe ji dest dane re şandeyên Kurdistanê organîze kirine û wiha domand: “Herî dawî dixwest biçe Şengalê, lê tenduristiya wê ne guncav bû. Ew di navbera gelên Elman û Kurd de pirek bû.”

40 SALAN LI GEL GELÊ KURD CÎH GIRT

Reîb di sala 1947’an de li bajara Gotha a Eyaleta Thruringen ji dayîk bû, di temenê xwe ya ciwantîyê de, li saziyên alikariyê a ji bo zarokên berasteng xebîtî.

Brîgîtte piştî sala 1970’an ve bi xwişka xwe Beate Reîb û Robert Jarowoy di nava têkoşîna siyasî de cîh digire û ji destpêka salên 1980’an û vir ve bi awayek çalak di nava Tevgera Azadiya Kurd de cîh girtiye.

Brîgîtte Reîb û hevalên wê di sala 1984’an de bi armanca ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd berfirehtir bikin, li Hambûrgê Komeleya bi navê Dostên Gelê Kurd ava kirin.

Brîgîtte di sala 1992’an de pêşengiya ava kirina Kurdistan Hilfe E.V (Komeleya Alîkariyê ya Kurdistanê) kir, di heman demê de di însîyatîfa ku li dijî bendava Ilisu ya ku bajarê dîrokî yê Heskîfê di bin avê de mabû de, têkoşîna xwe domand.

Yek jî navên ku bi Brîgîtte Reîb re bi awayekî çalak piştgirî da têkoşîna gelê Kurd, Beate Reîb, di sala 2018’an de, Robert Jarowoy jî di sala 2020’an de jiyana xwe dest dabûn.