Sala 2016’an komek penaber ku ji Sirbistanê bi rê ket û hewil da di ser Çemê Tîzsayê derbasê Macaristanê bibe, rû bi rûyê êrîşa polîsên Macar bû.
Penaber ku li ser botê bûn, polîsan bi kevir, kûçik û gaza rondikrêj êrîş bir ser wan da ku nehêlin ji sînorê Macaristanê derbas bibin û penaberekê Sûriyeyî ket çem û xeniqî.
Penaberê Sûriyeyê ku birayê wî di çem de xeniqî, gihîşt YE’yê û ji bo polîsên Macar ku bûne sedema mirina birayê wî bên darizandin û cezakirin, bi hiqûqî têkoşiya. Ji ber ku Macaristan dosye girt, ev demek bû ku doz di rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de bû.
DMME: NE MIRIN LÊ DIVÊ MAFÊ JIYANÊ YÊ PENABERAN HEBE
Biryara doza ku DMME’yê de li desthilatdariya rastgir/populîst a Vîktor Orban hat kirin, hat dayîn. DMME’yê bawerî pê anî ku rêveberiya Macaristanê û daraza wê têr lêkolîn li ser bûyerê nekiriye û divê berpirs eşkere bibin û bên darizandin û 40 hezar Euro pere ceza li desthilatdariya Orban birî.