'Divê tevahiya civaka Êzidî xwedî li hêza xweparastinê YBŞ'ê derkeve'

"Heta ku em hebin, em ê li ser rêya şehîdên xwe bin. Li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker em ê paş de gav neavêjin."

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hemed Bişar, derbarê êrîşên dewleta Tirk ji Radyoya Dengê Çira Şengalê re axivî. Hemed Bişar got, "Ev êrîşên dewleta Tirk ji bo me ne tiştekî nû ye. Di dîroka Êzidiyan de bi sedan fermanên ku hatine serê gelê Êzidî ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatine. Niha jî dixwazê Osmaniya nû ava bike. Ji her alî ve dixwaze roja me tarî bike, gel ji axa wan, çanda wan, bîr û baweriya wan dûr bike û bi gefên xwe tirsekê li ser gelê me bide ava bikin."

ALOZÎ Û PARÇEBÛNA IRAQÊ RÊ LI BER ÊRÎŞÊN SER ŞENGALÊ VEDIKE

Bişar diyar kir bêdengiya dewleta Iraqê jî tê wateya ku tevlî van êrîşan dibe, ku tînin ser Şengalê û li hember van êrîşan ti helwestek ne ji hukumete Iraqê û ne jî ji ya başûrê Kurdistanê dernakeve û li hember hemû gef û xeteriyên ku li ser gelê me hene bêdengin. Bişar got, “Di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an gelê me nehate parastin. Wê demê Yekeniyên Berxweda Şengalê(YBŞ)Ji bo parastina gelê xwe û axa xwe hate avakirin. Piştî wê gelê me dikarî ser xaka xwe bi dilrehetî bijî. Lewre hêza wan a parastinê ji zarokên wan bi xwe pêk dihat. îro hemû dinya dizanê ku şervanên YBŞ’ê li hemberêDAÎŞ’ê şerkirine. Hêzên nêvdewletî yên ku mafê mirovan diparêzin bi çavê xwe dibînin ku çawa dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bêmirov êrîşî tînin ser gelê me, şervan û fermanderên me dikine edef. Lê disa jî li hember êrîşên Tirkiyeyê xwe ker û lal dikin û bêdeng in.

Bişar bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ku ji asîmanên Iraqê pêk tê û diyar kir ku divê Iraq xwedî li serweriya xaka xwe derkeve û wiha pê de çû; “Niha li Iraqê bêseroberî heye, alozî heye. Lewma dewleta Iraqê nikare asîmanên xwe biparêze û li êrîşên dewleta Tirk a dagirker re bigire, axa xwe û gelê xwe biparêze. Lê belê ji ber rewşa parçebûyî ya Iraqê gelek hesabên derve li ser xaka Iraqê çêdibin, dest dirêjî nava karê hundirîn ên welêt dikin, dixwazin li gorî berjewendiyên xwe teşe bidinê.Di dema fermana 3’ê Tebaxe 2014’an me dît ku em ji aliyê dewleta Iraqê ve nehatin parastin.Lewma jî em rastî fermaneke giran hatin. Ji wê demê de em dizanin ku ev hikumeta Iraqê nikarê gelê me biparêze.Eger gel ji aliyê wan ve hatibûya parastin,îro dê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me û şervanên me bibûya xwedî helwest û bertek.”

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BERDEWAMA FERMANÊ NE

Bişar da zanî kudewlete Tirk ji pêşengên civaka Êzidî ditirse.Ji pêşengên wekî Mem Zekî û Zerdeşt Şengalî ditirse.Kengê bibînê ku pêşengên civaka Êzidî derkevin, îradeyek gel ya serbixwe hebe wê demê dixwaze civaka Êzidî tine bike. Naxwaze civaka Êzidî bibe xwedî îrade.Ji îradeyaÊzidiyan ditirse.Ji ber ku dema gelê Êzidî bibe xwedî hêz û ceseret, wê her tim li hember êrîşên dewleta Tirk û gefên wê bisekin û qebûl nakin, dixwazê Êzidiyan tine bike.

Hemed Bişar da zanîn, 15’ê Çileya 2020’an dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrîş bire ser gundê Digurê yê girêdayî Nehiya Sinûnê kir û di ancama êrîşan de fermander Zerdeşt û sê heverêyên xwe şehîd bûn. Lê îro bi sedan keç û xortên me di çeperên şer de ne û doza tolhildana fermanderê xwe Zerdeşt Şengalî û hevrêyên wî yên ku di anceme êrîşên dewlete Tirk a dagirker de şehîd bûne,geş kirin. Em jî, ji gelê xwe re dibêjin ku hete em hebin em ê rêya şehîdên xwe bişopînin û xewn û xeyalên wan pêk bînin.”

Bişar, di dewama axiftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bang li hemû mirovahiyê û taybet gelê Şengalê kir û wiha dewa kir:

“Eger gelê me şiyar nebe,bi van êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî diyar dibe ku dê êrîşên li ser civak û xaka me bidomin.Dewlet Tirk bi van êrîşan, şervanên ku li hember çeteyên DAÎŞ’ê şerkirine û axa xwe parasitine, dike hedef. Zerdeşt û hevrêyên xwe, ji bo hemû Êzidiyan pêşeng bû, dikarîn siberojeke azad ji bo hemû Êzidiyan avabikin. Eger dewleta Tirk qehreman û fermanderên me şehîd bike, divê îro em jî demildest tevbigerin û bibin bersiva hemû êrîşan. Şervanên ku parstina axa me dikin û ji bo gelê xwe canê xwe didin, divê em li wan xwedî derkevin. Banga min ji bo hemû gelê me ew ku em li hêzên xwe û axa xwe xwedî derkevin û li hember êrîşên dewlete bibin yek. Ji ber ku tinê yek rêya çareseriyê heye, ew jî ew ku em ji êrîşên dagirkeriyê re bibin bersiv û li ber van êrîşan yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin, paş de gav navêjin.”