'Divê jinên Kurd li dijî dagirkeriyê pêşengiyê ji serhildanê re bikin'

Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû jinên Kurd kirin ku li qadên berxwedanê, li dijî dagirkeriyê û faşîstan cih bigrin û pêşengiya serhildana neteweyî bikin.

Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniya Komîsyona Jinan de hate destnîşan kirin ku ji Başûrê Kurdistanê heta Bakurê Kurdistanê, ji Rojhilat heta Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd bi êrîşên faşîst û zîhniyeta desthilatdar a zilamsalar re rû bi rû mane û ev tişt hat gotin, “Ev êrîşa hovane nîşan dide ku ev rejîmên dîktator çiqasî ji jinên Kurd ên berxwedêr û azad ditirsin.

Çawa ku di sala 1961’an de li Komara Domînîk bi berxwedana xwişkên Mîrabel dîktatoriya Trujîllo hate rûxandin, îro jî bi têkoşîn û berxwedana jinên Kurd wê zihniyeta desthilatdar a rejîma Îranê û dewleta dîktator a Erdogan bi dawî bibe. Di vê sedsalê de wê zîhniyeta zilamsalar bi têkoşîna jina azad bê tunekirin.”

DEWLETA TIRK JI JINÊN KURD DITIRSE

Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, diyar kir ku ji ber jinên Kurd li dijî rejîma faşîst a dewleta Tirk têdikoşin, şerek îdolojîk tê meşandin û wiha dewam kir, “Armanca şerê îdeolojîk a rejîma Tirk kolekirina jinê ye. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe qet sînoran nas nake, êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê dike û di heman demê de bi dronan siyasetmedar û aktîvîstên jin ên Kurd qetil dike. Di dema dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, çeteyên girêdayî dewleta Tirk yekem car êrîşî destkeftiyên jinan kirin û bi destdirêjî, zext, revandin û êşkenceyan li ser jinan gihişt asta herî jor. Dewleta Tirk şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê dike hedef û dixwaze tola çeteyên DAÎŞ’ê ji jinên kurd hilîne.

Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê stratejiyeke li dijî jinê bi awayekî sîstematîk dimeşîne. Bi girtina bi hezaran jinên siyasetmedarên kurd, dayikên aştiyê, bi gefxwarinên li dijî parlamenter û aktîvîstên jin dixwaze jinan bitirsîne û bêdeng bike. Dewleta Tirk ji hêza jinên Kurd ditirse, ji ber ku li dijî polîtîkaya tinekirina civakê pêşengiyê dike û bi ruhê berxwedanê civaka Kurd zindî dike.

LI BAŞÛR MAFÊ JINAN TÊ ÇEWISANDIN

Li Başûrê Kurdistanê jinên Kurd bi awayekî din bi şidetê re rû bi rû dimînin, mixabin hem di civaka Kurd de û hem jî di siyaseta Kurd de desthilatdariya zilamsalarî berdewam dike. Jinên ku koletiyê qebûl nakin tên kuştin an jî tên çewisandin. Li Başûrê Kurdistanê cihê jinan di nav siyaset û hikûmetê de nîne. Di pergala aborî de statûya jinê nayê berçav girtin. Her wiha ji ber ku dadgeh di bin serweriya partiye siyasî de ne, dozên kuştina jinan berovajî dibin û sûcdar ji ceza berî dibin û bi vî rengî şidet li ser jinan zêde dibe. Di heman demê de êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina Başûr û afirandina alozî û bê îstiqrariyê barekî giran xistiye ser pişta jinan. Di encama êrîşên artêşa Tirk a li ser herêmên Başûrê Kurdistanê de gelek jinên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin. Jinên Êzidî yên ku hê jî ji travmaya komkujiya Şengalê rizgar nebûne, dîsa di bin gefa dewleta Tirk de ne. Bi rêya peymana sê alî ya di navbera PDK’ê, hikûmeta navendî ya Iraqê û Tirkiyê de, dixwazin şer biafirînin û jiyana Êzidiyan bi taybetî jî jiyana jinên Êzidî bixin xeteriyê.

JINÊN ÎRANÊ BI DIRÛŞMEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ PÊŞENGIYA SERHILDANÊ DIKIN

Li Îranê girtin, êşkence û darvekirina jinên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma dagirker a Îranê ve zêde bûye. Ji ber ku jin li Rojhilatê Kurdistanê hem li ser asta civakî û hem jî di asta siyasî de xwedî roleke girîng in. Rejîma Îranê hewl dide wan bitirsîne û bêdeng bike. Lewma berxwedan û zanîn û xebata jina Kurd misogerkirina azadiya Rojhilatê Kurdistanê ye. Niha jinên azad li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin, Jiyan û Azadî” pêşengiya serhildanê dikin û li seranserê Îranê belav kirine. Ev dirûşme weke felsefeya azadiya jinê bi lez û bez di nava hemû jinên cîhanê de belav dibe û konfedralizma jinên cîhanê ava dike.  Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, em hemû jinên ji bo azadiyê canê xwe feda kirine, ji Rosa Luxemburg û Xwişkên Mîrabel heta Sara û Nagîhanan, ji Arînan heta Hevrênan, ji Leyla û Şîrîn Elemholîyan heta Jîna Emînî ku li dijî zîhniyeta serdest a mêr berxwedane, bibîr tînin. Ji bo bîranîna van têkoşeran, em soza xurtkirina têkoşîna xwe ya li dijî her cure êrîşên dagirker û faşîstan dubare dikin. 

Em bang li hemû jinên Kurd dikin ku li qadên berxwedanê yên li dijî dagirkeriyê û faşîstan cih bigrin û pêşengiya serhildana neteweyî bikin.”