Divê her kes li hemberî tecrîda Îmrali dengê xwe bilind bike

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal partî û saziyên ku pêşengtî ji Meşa Gemlîkê kiriye silav kir û got “Divê her kes li hemberî tecrîdê dengê xwe bilind bike.”

Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan HDP, KCD, HDK, TJA, MED TÛHAD-FED û DBP’ê meşeke mezin a ber bi Gemlîkê li dar xist. Ev meş di bin zext û şertên giran ên dewleta Tirk de pêk hat. Dewleta Tirk bi bombeyên gazê, ava bi şid û êşkenceyê êrişî gel, parlementer û siyasetmedaran kir û lê li hemberî astengkirinan jî gel bi biryar tevgeriya.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal got “Meşa ber bi Gemlîkê ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi tevlêbûneke xurt pêk hat. Em KONGRA-GEL vî tiştî girîng dibînin. Em partî û saziyên ku pêşengtî ji vê meşê re kirine û gelên me yên ku tevlî vê meşê bûne, pîroz dikin.”

Kartal diyar kir ku ew ji ber jiyana Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim bi fikar in û got “Ji 25’ê Adara 2021’an û heta niha rewşa Rêber Apo çawa ye? Di destê malbat û parêzeran de tu agahî tune”

Kartal diyar kir di navenda êrişên dagirker ên dewleta Tirk de tecrîda Îmraliyê heye û got “Dewleta Tirk a dagirker vê siyaseta xwe ya qirkirinê li ser gelê me yê Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat û li derveyî welat didomîne. Di navenda vê siyasetê de tecrîda li Îmraliyê heye. Ji ber vê em gel ji jiyana Rêber Apo bi fikar in. Em ji jiyana sê hevalên ku ew jî di Îmraliyê de girtî ne, bi fikar in.”

DIVÊ HER KES LI HEMBERÎ TECRÎDÊ XWEDÎ HELWEST BE

Kartal diyar kir di navenda polîtîkayên şer de tecrîda Îmraliyê heye û bal kişand ser vî tiştî ku ji bo êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd bi dawî bibe divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got “Divê her kes li hemberî tecrîdê berpirsyariya xwe pêk bîne. Ji ber vê jî meşa ber bi Gemlîkê ya ji bo şikandina tecrîdê gelekî girîng e. Ev helwesteke pîroz e. Divê hemû gelê me xwe berpirsyar bibînin. Divê hemû partî, komele, sazî û dezgeh xwe berpirsyar bibînin.

Divê li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo her kes xwedî helwest be.Ji ber ku heta ev tecrîd neşikê wê qirkirina li ser gelê me nesekine. Ev êrişên dewleta Tirk li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û gelê me tê kirin. Sedema êrişên li ser gelê me, tecrîda li Îmraliyê ye . Divê ev tecrîd were şikandin. Bi şikandina tecrîdê re, em dikarin pêşiya vê siyasetê bigirin.

Divê hemû partî û saziyên li Kurdistan û Tirkiyeyê, ronakbîr, rojnameger xwe ji bo têkoşîna li hemberî faşîzmê berpirsyar dibînin divê xwedî helwest bin. Divê li hemberî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Ji bo ku mirov pêşiya faşîzmê bigire, divê em bi xebateke hevpar û rêxistinkirî têkoşîna xwe geş bikin.”