Kurdistaniyên li Dusseldorfê dijîn ji bo girtiyên nexweş serberst bên berdan daxuyanî dan çapemeniyê. Kurdistaniyên li ber navenda îstasyona trenê hatin ba hev bi daxuyaniyekê zext û pêkûtiyên li ser girtiyên nexweş şermezar kirin. Kurdistaniyan di daxuyaniyê de anî ziman ku di serî de girtiyên nexweş û divê hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.
Di daxuyaniyê de Kurdistaniyan anî ziman ku Garîbe Gezer, Abdurazzak Şuyur û Halîl Guneş di encama îşekenceya faşîzma dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane û gotin, encax bi roxandina rejîma faşîst tola wan dikare were hildan.
Di daxuyaniyê de tim dirûşmeyên “Ji girtiyên siyasî û nexweş re azadî“, “Li dijî faşîzmê mil bi mil“ û “Kujerê jinan Erdogan“ hatin berzkirin.