Dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ careke din li Londonê hat berzkirin

Bi sedan Kurdistanî bi pêşengiya KODAR, KJAR û PJAK’ê li Londonê hatin ba hev û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Îranê dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kir.

Ji bo piştgiriya xwepêşandanên protestoyî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bikin û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Îranê protesto bikin, bi sedan Kurdistanî li ber avahiya BBC’ê ya Londonê hatin ba hev.

Bi sedan kesên bi banga KODAR, KJAR û PJAK’ê hatin ba hev, wêneyên Jîna Emîniyê, al, pankart û dowîz ji bo protestokirina dewleta Îranê hildan û dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” ku bûye sembola têkoşîn û serhildana jinan, berz kir. Girse, ji ser Rêya Oxford Cîrcûsê heta Qada Trafalgar a Londonê meşiya. Xelkê der û dorê jî bi çepik û nîşaneyên serkeftinê piştgiriya çalakgeran kir.

Piştî ku meş li Qada Trafalgarê bi dawî bû, Aso Kemalî li ser navê KJAR’ê, rojnamevan Mark Campbell û li ser navê Meclîsa Jinan a Jiyanê Kate Hîggîngs axivîn. Di axaftinên hatin kirin de îşaret pê hat kirin ku paradîgmaya Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi rê ve dibe, ji Rojava heta Rojhilatê Kurdistanê, ji wir heta Îran, Iraq û li hemû cîhanê veguheriya serhildana ji bo azadiyê.

Her wiha hat diyar kirin ku sedema esas a qetilkirina Sara û Evînan û Jîna Emîniyê, desthilatdariyên zextker, totalîter û yekparêz in û hat destnîşankirin ku divê mirov li dijî van rejîmên totalîter bi hev re têbikoşe.

Di axaftinan de hat eşkerekirin ku dewleta Îranê di nav çar mehên dawîn de zêdeyê 500 kes qetil kirine û bi deh hezaran kes dîl girtine û wiha hat gotin: “Gelên bindest ên Belûcistan û Kurdistanê di vê şoreşê de xwe dane herî pêş. Em hemû şehîdan bi bîr tînin. Têkoşîna Kurdan ji hemû gelên cîhanê re dibe îlham. Dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ku bi têkoşîna gerîlayên azadiyê li çiyayên Qendîlê derketiye holê, li dijî rejîmên zextker û qirker, çeka herî bihêz e. Em li dora vê dirûşmeyê bigihîjin hev û dawiyê li van pergalên zextker bînin.”

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û ‘’Şehîd namirin’’ bi dawî bû.