Dîmenê çalakiya li Tabûra Ereban hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya 31'ê Gulanê ya li Tabûra Ereban a li herêma Avaşînê weşand, ku di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî da bû:

"31'ê Gulanê berê sibehê dagirkerên ku ketin qada Tabûra Ereban a qada Mervanosê ya herêma Avaşînê ji hêla hêzên me ve hatine kontrolkirin. Saet 12:30'an hêzên me li van dagirkeran dan. Bi rengekî berbiçav 3 dagiker hatine cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn. Dagikerên ku ji tirsan qutifîn pêşî şewat derxistine û li eraziyê belav bûn."