Dilekî bi coş: Mahîr Andok

Yek ji ciwanên Amedê yê berxwedêr Îbrahîm Çelîk li hemberî şîddeta dewleta Tirk di zaroktiya xwe de bi kevirê di destê xwe de serî hildide. Çelîk ê ku di temenekî ciwan de rastiya Kurdistanê nas dike, di sala 2012’an de tevlî nav refên gerîlayan dibe.

Di biharê de bedewî li her tiştî zêde dibe. Mirovên ji çiya wekî xwezayê kulîlkan vedikin. Di nav gerîlayan de dema çiya tên derbaskirin bêwateya sînoran tê dîtin. Mahîr Andok li dijî kategorîzekirina mirov, xweza û civakê ya netewe dewletan hêrseke mezin nîşan dide.

Îbrahîm Çelîk li Licêya Amedê ya ku ji civîna pêşîn a PKK’ê û heta niha dev ji welatparêziya xwe bernedaye, tê dinyayê. Di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Yek ji ciwanên Amedê yê berxwedêr Îbrahîm Çelîk li hemberî şîddeta dewleta Tirk di zaroktiya xwe de bi kevirê di destê xwe de serî hildide. Çelîk zû rastiya Kurdistanê nas dike û peywira li ber xwe, bi bihîstyariyeke mezin bi cih tîne. Piştre tevlî nav refên gerîlayan dibe.

LI SER ŞOPA ŞEHÎD NÛMAN AMED

Çelîk di sala 2012’an de tevlî nav refên gerîlayan dibe û bi navê Mahîr Andok îddîaya xwe ya têkoşînê xurttir dike. Çelîk di nav refên gerîlayan de bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe nû dike, bi fedakarî, kedkarî û cesaretê xwe dibe gerîlayekî çalak.  Di sala 2016’an de li çiyayên Amedê ya ku gelekî jê hez dikir, li ser şopa fermandarên qehreman ên Amedê Şehîd Nûman û Şehîd Rêber soza xwe ya tolhildanê nû dike.

Li çiyayên Amedê tarza şerê fedaî ji xwe re dike esas û di nav jiyana xwe ya têkoşînê de hêrsa xwe ya li hemberî dijmin zêde kiriye. Gerîlayê mêrxas ê ku evîndarê Amedê ye, heta kêlîka dawîn bi evîneke mezin têkoşiyaye. Gerîla Mahîr Andok li Eyaleta Amedê di dema têkoşîna li dijî dijmin de bi qehremanî li ber xwe dide û di 3’ê Hezîrana 2019’an de tevlî nav refên şehîdan dibe.