'Di dema şewbê de jî li gorî hiqûqa dijminatiyê tevgeriyan'

Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan bal kişandin ser pêşnûme qanûna li ser bicihanîna ceza ku girtiyên siyasî li derve hatine hiştin û gotin, ev yek jî nîşan dide ku di şewbê de jî li gorî hiqûqa dijminatiyê tevdigerin.

"Pêşnûme qanûna li ser Guhertina hin Qanûnan û Qanûna Têkildarî Bicihanîna Tevdîrên Ewlekariyê û Ceza" ya ji 70 xalan pêk tê, ku ji aliyê AKP û MHP'ê ve hate amadekirin û girtiyên siyasî nagire nava xwe, li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hate qebûlkirin. Nerazîbûna li vê yekê mezin dibe.

Hevserokên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn û gotin, ev yek nêzîkatiyek li gorî hiqûqa dijmin e.

'NÊRÎNA EWLEKARÎPEREST A DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê BANDOR LI PÊŞNÛMEYÊ JÎ KIR'

Turkdogan diyar kir ku pêşnûme qanûn bi naverokeke cihêkar hatiye amadekirin û li şûna çareserkirina pirsgriêkan, rê li ber pirsgirêkên nû vekiriye.

Turkdogan destnîşan kir, nepêkane ku qanûn bi vî rengî bê qebûlkirin û anî ziman, nêrîna ewlekarîperest a desthilatdariya AKP-MHP'ê bandor li pêşnûmeyê jî kiriye.

Turkdogan ragihand, desthilatdarî ji bo mûxalîfan di girtîgehê de bihêle Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê û sîstema darizandinê ya taybet bi kar tîne û got, ev pêşnûme nîşaneya wê yekê ye ku ev helwest di şewbê de jî nehatiye guhertin.

Turkdogan bi bîr xist, Tirkiye yek ji wan welatan e ku sûcdarên fikir û ramanê herî zêde lê ne û got, "Tirkiye ew welat e ku herî zêde rojnamevan, siyasetmedar, parlamenter, hevşaredar, parêzer, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan lê girtî ne."

'DESTHILATDARIYA KU BERSIVÊ NADE BENDEWARIYAN, DIVÊ JI NERAZÎBÛNAN RE AMADE BE'

Turkdogan ragihand, şewba Covîd-19 herî zêde gefê li girtîgehan dixwe û destnîşan kir, di rewşeke wiha de nêzîkatiyeke cihêkar a li girtiyan tê wateya hiqûqa dijminatiyê.

Turkdogan bi bîr xist ku qanûn bi vî rengî jî hîn nehatiye bicihanîn û îsyana girtiyên il Girtîgeha Tîpa M a Êlihê mînak nîşan da.

Turkdogan destnîşan kir ku guhertineke bi vî rengî bûye sedema nerazîbûneke mezin, ji ber ku bersiv ji daxwazan re nehatiye dayin û got, "Hûn ne tenê bersivê nadin daxwaza girtiyê nsiyasî, her wiha bersivê nadin 90 ji sedî yên mayî. Eger hûn di vê astê de cihêkariyê bikin, divê hûn ji nerazîbûnên wiha re jî amade bin."

'VÎRÛS CIHÊKARIYÊ NAKE'

Turkdogan bi bîr xist ku vîrûs cihêkariyê nake, kî dikeve ber lê digere û got, desthilatdariya heyî bersiveke erênî bide bangên saziyên navneteweyî jî vê yekê pêk îne.

'DIVÊ LI CIVATA GIŞTÎ JI VÊ ŞAŞITIYÊ VEGERE'

Turkdogan anî ziman ku desthilatdarî bi heman rengî nêzî her kesên weke xwe nafikire dibe û destnîşan kir ku haya desthilatdariyê ji cidiyeta mijarê nîne. Turkdogan got, "Hêvîdar im ku li civata giştî wê ji vê şaşitiya xwe vegerin û guh bidin pêşniyarên partiyên mûxalefetê. Em dixwazin berdana bi şert bi rengekî wekhev bê kirin."

KESKÎN: LI DESTÛRA BINGEHÎN A DARBEYÊ JÎ NAYÊ

Eren Keskîn jî destnîşan kir ku pêşnûmeya li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hate qebûlkirin pêşnûmeyeke cihêkar e.

Keskîn bi bîr xist, di xala 10'emîn a destûra bingehîn a darbekaran de jî tê gotin, ku her kes li pêşberî qanûnan wekhev in û destnîşan kir, pêşnûme qanûna hatiye derxistin di heman demê de li dijî destûra bingehîn a antî demokratîk a li Tirkiyeyê ye.

'EV YEK TÊ WATEYA; BILA HIN GIRTÎ BIJÎN, HINEK JÎ BIMIRIN'

Keskîn bi bîr xist ku li Tirkiyeyê cihêkarî her tim li girtiyên siyasî tê kirin û anî ziman, di rewşa heyî de jî kesên dizî kirine, madeyên narkotîkê firotine û jin kuştine 2 ji 3 parên cezayên xwe girtî dimînin, lê girtiyên siyasî 3 ji 4 parên cezayên xwe girtî tên hiştin.

Keskîn destnîşan kir ku guheritna dawî ji bilî parastina cezayê îdamê nayê ti wateyê û got, ev yek tê wê wateyê; 'bila hin girtî bijîn, hinek jî bimirin'.

Keskîn anî ziman ku şert û mercên niha yên li girtîgehê ji bo jiyanê ne ewle ye, neparastî ye û bi bîr xist, li hin girtîgehan 30-40 girtî li heman koxûşê ne, lewma di rewşeke wiha de kes nikare qala mesafeya civakî bike.

Keskîn destnîşan kir ku li gorî agahiyên nû, li hin girtîgehan jî nîne Girtîgeha Jinan a Amedê yek ji wan e.

'DIVÊ LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN DOZA BETALKIRINÊ BÊ VEKIRIN'

Keskîn diyar kir, eger ev pêşnûme bi vî rengî bibe qanûn divê li Dadgeha Destûra Bingehîn doza betalkirinê bê vekirin û ji bo vê jî bal kişand ser erk û wezîfeya CHP'ê.

Keskîn got, "Eger hûn Alaattî Çakici derxînin, lê Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de bihêlin, ev yek wê were wateya nêzîkatiya li gorî hiqûqa dijminatiyê."