Di qetlîama Parîsê de ‘raza dewletê’!

Di dosyeya qetlîamê Parîsê de ya ku 9 sal berê sê jinên şoreşger ên Kurd hatibûn qetilkirin, tu pêşketin tune. Siyasetmedar raza dewletê ranakin, serwîsên polîsan ne çalak in.

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li navenda Parîsê hatin qetilkirin.

Piştî qetlîamê lêpirsîn hate destpêkirin û hemû delîlan servîsa îstîxbaratê ya Tirk MÎT nîşan dida. Di sala 2014’an de hin belge derketin holê û di van belgeyan de xuya dibû ku fermana qetlîamê ji Enqereyê hatiye dayîn.

Di talîmata bi sernavê nepen a di 18’ê Mijdara 2012’an de îmzeya rayedarên MÎT’ê hebû. Di talîmatê de dihate diyarkirin ji bo ku Sakîne Cansiz ji aliyê Omer Guney were kuştin plansaziyeke operasyonel heye.

Di 12’ê Çileya 2014’an de jî li ser înternetê qeydeke deng hatibû weşandin. Di qeyda deng de derketibû holê Omer Guney tevî xebatkarên MÎT’ê planên sûîkastê dike. Kujer Omer Guney di sala 2014’an de ji bo ku ji girtîgehê bireve, alîkarî ji MÎT’ê xwestibû.

Omer Guney di 17’ê Çileya 2013’an de hatibû destgîrkirin. Di 17’ê Kanûna 20162an de beriya ku doz were destpêkirin, bi awayekî gumanbar li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Wê doz di meha Kanûnê de bihata destpêkirin lê ji ber sedemên nehatin eşkerekirin doz taloqî 23’ê Çileya 2017’an hate kirin. Daraza Fransayê jî bi hinceta ku kujer miriye, dosye girt.

KESÊN PLANSAZÎ KIRINE EŞKERE NE

Bûyereke li Başûrê Kurdistanê bû sedem ku dosye dîsa were vekirin. Du berpirsên MÎT’ê yên ku li hemberî rayedarên PKK’ê plana sûîkastê dikirin, di 4’ê Tebaxa 2017’an de li Başûrê Kurdistanê bi operasyoneke taybet a gerîlayan hatin girtin.

Erhan Pekçetîn ê ku berpirsê operasyonên derveyî welat e û berpirsê xebatkaran Aydin Gunel li xwe mikur hatin û qeyda deng û belgeya bi sernavê nepen piştrast kirin. Van her du xebatkarên MÎT’ê navê rayedarên MÎT’ê yên di hevdîtinan de dan.

Sabahattîn Asal ê ku di sala 2018’an de Alîkarê Musteşarê Îstîxbarata Stratejîk û di sala 2013’an de jî Alîkarê Serokatiya Xebatên Etnîk û Cihêkar bû, di nav plansaziya Qetlîama Parîsê de bû. Ev kes di dema hevdîtinên di navbera PKK û dewleta Tirk de, wekî alîkarê sereke yê şefê MÎT’ê Hakan Fîdan bû.

LI EWROPAYÊ TORA SÛÎKASTA BERFIREH

Hemû agahiyan Enqere nîşan didan. Li Parîsê di warê eşkerekirina talîmata daraz, polîs û siyasetmedaran de xitimandinek çêbûbû. Di wê demê de li Belçîkayê bûyerek çêbû.

Di Hezîrana 2017’an de li dijî Hevserokê KONGRA-Gel Remzî Kartal û Endamê Konsyea Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar hewldaneke sûîkastê hatibû kirin. Derbarê vê bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin û di 18’ê Hezîrana 2021’an de jî biryara vekirina dozê hatibû dayîn. Rûniştina pêşîn a dozê di heman salê de di 1’ê Cotmehê de hate kirin. Vê dozê tora berfireh a sûîkast û sîxuriyê ya li Ewropayê derdixist holê û derketibû holê sefîrê berê yê Tirkiyeyê yê li Parîsê Îsmaîl Hakki Mûsa jî tê de rola gelek kesan di Qetlîama Parîsê de hene. Di dosyeyê de hin nîşanên cîddî hene ku kesên di sûîkasta Belçîkayê de cih girtine, ji aliyê Îsmaîl Hakki Mûsa hatine koordînekirin.

Hate tespîtkirin ku kesên di koma sûîkastê de cih girtine têkiliyên wan bi Enqere û Qesra Serokkomariyê ya Tirk hene. Takîba teknîk, hevdîtinên telefonê, wêne û mikurhatin. Ev hemû tişt diyar dikin ji Qetlîama Parîsê heta hewldana sûîkasta li Brukselê bi fermana Enqereyê li Ewropayê toreke berfireh a sûîkastan heye.

FRANSA NAXWAZE QETLÎAM WERE RONÎKIRIN

Ji ber vê geşedana li Belçîkayê malbatên her sê şoreşgerên Kurd, derbarê qetlîama li Parîsê lêpirsîneke nû dan destpêkirin. Lê ji bo ku qetlîam baş were ronîkirin, siyasetmedar, servîsên polîsan û bi gotineke din astengiya dewletê heye. Hikumeta Fransayê û servîsên îstîxbaratê ligel hemû bang û nerazîbûnan agahiyên di destê xwe de eşkere nakin. Derketibû holê zemîna sereke ya koma sûîkasta li Belçîkayê jî Fransa ye. Servîsên polîsên Fransayê nexwestibûn ji bo lêpirsîna li Belçîkayê jî hevkariyê bikin.

ÎNKARA EDALETÊ

Jean-Loûîs Malterre ya ku parêzerên malbatên her sê şoreşgerên jin ên Kurd in, diyar kir ku neh sal ji ser qetlîamê derbas bûye lê tu pêşketin tune.

Malterre ji ANF’ê re axivî û got “Mixabin di dosyeyê de tu pêşketin tune. Rayedarên siyasî nexwestin raza dewletê rakin. Pê re jî servîsên polîsan jî ne çalak in.”

Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) jî diyar kirin rakirina raza dewletê hatiye redkirin û ev tişt li pêşiya eşkerekirina rastiyan dibe astengî. Di daxuyaniya hevpar a her du saziyan de ev tişt hatibû diyarkirin “Hikumeta Fransayê dixwaze sûcê terorê ya ku servîsên nepen ên Tirk li ser axa Fransayê kirine bê ceza bimîne. Ranekirina raza dewletê tê wateya înkara edaletê. Heta ku heqîqet û edalet neyê eşkerekirin wê Fransa sûcdar be.”