Di pergala perwerdeyê ya Fransayê de greveke mezin destpê dike

Li dijî protokola Covîd-19 a ku li saziyên perwerdeyê yên Fransayê kete meriyetê, roja Pêncşemê wê di asta navneteweyî de grev pêk were. Tê payin ku nîvê dibistanan bêne girtin.

Sendîkaya herî mezin a di dibistanên seretayî de Le Snuipp-FSU diyar kir ku ji sedî 75 ê mamosteyên di asta sereke de wê bikevin grevê û nîvê dibistanan wê bêne girtin.

Li gorî daxuyaniya sendîkayê, ev çalakî li gorî bîst salên dawî bi asta xwe ve dîrokî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Grev nîşaneya nerazîbûna zêde ya li dibistanan e."

Sendîkayê ragihand ku şert û mercên kar nebaş bûye û Wezîrê Perwerdeyê Jean-Michel Blanquer "timî derewan dike." Wezîr Blanquer roja Sêşemê daxuyaniyek dabû û gotibû, "Nabe ku li dijî vîrûsê grev bê kirin."

Wezîr roja Duşemê jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li saziyên perwedeyê protokola tenduristiyê ya li dijî şewba Covîd-19 wê bê sistkirin.

Snuipp-FSU got, "Protokola heyî hem xwendekar, personel û malbatan naparêze, hem jî dibistanan bêorganîze dike."