Di nav PKK’ê de perwerdehî: Hilweşandin, keşifkirin, naskirin, hevrûbûn...

Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya PKK’ê Orhan Kendal got, mêtingeriyê Kurdistan tenê dagir nekiriye, mêjî jî dagir kirine û diyar kir, PKK, beriya her tiştî ji bo hilweşandina qereqolên di mêjiyên Kurdan de girîngiyeke zêde dide perwedehiyê.

Endamê Komîteya  Perwerdehiyê PKK’ê Orhan Kendal got, ‘’Şoreşa me şoreşeke wiha ye, bi qasî hilweşandina ya ku divê were hilweşandin her wiha pêşbîniya avakirinê jî dike’ û diya kir, PKK ji roja ku derketî holê heta niha hem hewl dide ku xwe û hem jî gel perwerde bike.

Kendal armanca perwerdehiya dewletî  û civakî da ber hev û got, ‘’Dewlet ji bo bîrewerkirina civakê û ji bo azadkirina wê perwerdehiyê nade. Armanca sereke ya serdestan ew e ku desthilatdariya xwe bidomînin û qeyîm bikin. Saziyên mîna dibistan, zanîngehê bi mebesta ku mirovan ji bo dewletê bigihînin hatine sêwirandin û avakirin. Ji bo rêveberiya dewletê pispor, qedroyên profesyonel têne hazirkirin. Armanca perwerdehiya civakî  jî li her qadê avakirina mirovê azad e. Armanc dike ku ji her temen û cinsî mirovan bîrewer bike û azad bike. Mirovê azad encex bi civakîbûneke demokratîk dikare xwe pêk bîne. Qada ku mirovê azad rêxistiniya jiyanê dike û hem jî xwe perwerde dike komuna demokratîk e. Wiha li nav saziyên ji civakê qut, yên pergalê nikare vê pêk bîne.

‘LI SER KURDAN QIRKIRINEKE ÇANDÎ HEYE’

Kendal bi berdewamî bal kişande ser qirkirina çandî ya li ser Kurdan, got, ‘’Nexasim vê sedsalê li ser gelê Kurd bi temamî qikirineke çandî heye. Em dikarin ji vê re qirkirina spî an jî asîmîlasyon jî bibêjin. Li dijî gelê Kurd qirkirina fizkî, komkujî hatin kirin’’, bi domdarî got, ‘’Bi qedexeyên heta ser zimên, xerîbûna li xwe, li çand, nasname, dîrok û nirxên xwe hin wiha hate geşkirin Rêber Apo ev bi rengê, ‘’yek mirovê ku îxanet li xwe nekirî nehate hiştin’’ pênase kir.’’

‘XWE PERWERDEKIRIN Û PERWERDEKIRINA CIVAKÊ LI DIJÎ XERÎBÛNA LI XWE, XWE FERZ KIR’

Kendal wiha domand: ‘’PKK li ser zemîneke wiha derkete holê û têkoşîn da destpêkirin. Ev xerîbûna li xwe, encex bi perwerdehiyeke xurt dikarîbû were çareserkirin. Perwerdekirina xwe, perwerdekirina civakê li ser hewceyî û divêtiyeke wiha xwe ferz kir. Mêtingeriyê ne ku welatê me tenê dagir kiriye, her wiha, bi rengekî talokeyeke xirabtir, mêjî jî dagir kriine. Ji bo ku dawî li mêtingeriyê û dagirkeriyê were anîn, diviyabû pêşî qeroqolên di mêjiyê mirovên Kurd de bihatana hilweşandin.’’

‘PKK’Ê VEGUHERÎNA CIVAKÊ DAYE BER XWE’

Kendal her wiha got wê nirxandineke pir kêm û berteng be ku şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê tenê ji hêla leşkerî, têkoşîna siyasî û rizgariya netewî ve were nirxandin, PKK’ê ‘’veguherîna civakî daye ber xwe’’ û diyar kir, bêyî veguherîna civakî, ên ku şoreş kirin jî piştî bi salan nekarîne ku ji helînê û belavbûnê xilas bikin .Kendal got, ‘’Şoreşa me, bi qasî hilweşandina ya ku divê were hilweşandin her wiha pêşbîniya zêdekirina çêkirinê, avakirinê jî dide ber xwe.’’

Kendal her wiha got, ‘’Têkoşîna perwerdekirinê ya PKK’ê, ji civakeke mirî, civakeke dinamik ku bikaribe pêşengiyê li şoreşê bike derxistiye holê. Ji civakeke ku ji xwebûnê hatiye qutkirin, hişmendiya wê hatiye berevajîkirin, rasteqîniya civakî ya ku xwe ji xweliyê xwe biafirîne çêkiriye. Ji civakeke ku di nav dîwarê tirsê de hatiye hepskirin, civakek e ku bi wêrekî sînornenas û bi lengiyan destanan ava dike, afirandiye. Jê girîngtir, civakeke wiha polîtîk ku qet dev ji azadiyê naqere afirandiye. Ev hemû bi hewldanên bêhempa a Rêbertiya me û bi perwerdehiya Rêbertiya me bûye.’’

‘ARMANCA PERWERDEHIYA ME XWEGIHANDINA HEQÎQETÊ YE’

Kenda li ser armanca perwerdehiya PKK’ê got, ‘’Armanca perwerdehiya me xwegihandina heqîqetê  ye û pê gihandin e. Heqîqeta me, heqîqeta me ya civakî, rasteqîniya civakî û hwd. Civak û mirovên xwenas, koletiyê qebûl nakin. Em jî bi van perwerdehiyan hewl didin ku xwe nas bikin û fêhm bikin.’’

‘PERWERDEHIYA ME PARADÎGMAYA RÊBERTIYÊ JI BO XWE ESAS DIBÎNE’

Têkilî naveroka perwerdehiyê jî got, ‘’Mufredata perwerdehiya me felsefe û paradigmaya Rêbertiya me ji bo xwe esas dibine. Hemû ders bi perspektîfeke îdeolojîk têne dayin. Em hewl didin ku sirûşta civakî, geşedana civakî ji bingeh ve fêhm bikin û bînin ser bîrê. Girîng e ku mirov her mijarê ji hêla civakî û dîrokî ve şîrove bikin û ev ê me bigihîne encamên rastir. Zanîna sosyolojî û dîrokê van mijaran di nav xwe de vedihewîne. Em nêzîkatiya ‘’dîrok divê were sosyolojîkkirin, sosyolojî divê were dîrokkirin'’ ji xwe re mîna rêbazeke hîmî ya perwerdehiyê dibinin. Rêber Apo dema ku karekterekî analiz dike dibêje, ‘’Li vir a ku tê dahurandin ne kêlî lê dîrok, ne takekes lê civak e’’ û bi vê mîna rêbaza xwe gihandina heqîqetê diyar dike.

‘RÊBAZA ME YA SEREKE DIYALOG Û NÎQAŞ E’

Kendal her wiha got di perwerdehiyê de dibistanên navendî yên partiyê, perwerdehiyên qedroyan, akademî, perwerdehiya branşa leşkerî, perwerdehiyên resen, perwerdehiya navxwe ya qad û komîteyan, ziman û ji bo gel hene û got, ‘’Di pêvajoya me ya perwerdehiyê de têkiliya mamoste xwendekar tine. Rêbaza me ya sereke diyalog û nîqaş e. Têkiliya yê zane yê nezan tine. Nê şêwaza me ya ku em tenê mîna guhdêr bi pasifi tevlê bibin, her heval divê xwe tevlê bike. Her heval bi qasî zanîn û fêhmkirina xwe tevlê dibe û em hev temam dikin.’

Kendal diyar kir bi perwerdehiyê ew dixwazin xwe keşf ibkin, nas bikin û bi xwe re hevrû bibin.

‘JI BO PERWERDEHIYÊ HEWCEYÎ BI BÎNAHIYAN NÎN E’

Kendal her wiha got, ‘’Şêwaza jiyan û têkoşînê ya mirov esas e. Tişta ku di perwerdehiyê de hatiye dîtin çendî bibin jiyanî, çendî bibin pratîk û di şêwaza têkoşînê de bi ser bixe, ew ji bo me girîng e. Em dikarin diyar bikin hevlaên ku ji pêvajoya perwerdehiyê derbas bûne bi giştî bi pêş ve diçin, bi rengekî xurtir tevlî nav têkoşînê dibin.

Li ser şertên çiyê bê ka li ber perwerdehiyê dibe asteng an na Kendal got, ‘’Bi teqezî nabe dezavantaj. Berevajî, em dikarin bibêjin dibe avantaj î. Sazî, bînahiyên pergalê çendî mezin û bi debdebe jî bin ew çend pûç û vala ne. Perwerdehiya ku di nav wan dîwaran de tê dayin û xebatên zanistî yên ku têne kirin, di nav wan dîwaran de asê dimînin. Li wir perwerdehiyeke azad, zanistî nikare were kirin.’’

 Kendal wiha domand: ‘’Ji bo akademî û dibistanên me hewcehiya me bi bînahiyan nîn e. Sirûştê hembêza xwe ji me re vekiriye û her derfetê dide me. Şikeftek, binê darekê bes e ku em perwerdehiyê lê bibinin. Perwerdehiyên me yên ku ji burokrasî û hiyerarşiye dûr, ji azmûn û reqabetê bêrî, wilo sade û bi jiyaneke komunal, xebateke bi hişê kolektif pir berhemdar û encamgir in û di rêya azadiyê de me bi pêş ve dibin.

Endamê Komîteya Perwerdehiyê Orhan Kendal herî dawî got, pergala perwerdehiyê ya dewletan berjewendiya çînî ya serweran, serweriya desthilatan a li ser civakan çaverê dike, dewlet û deshilat dijberiya civakê ye, mirov û civaka azad ti caran qebûl nake ku bin nîrê desthilata dewletê de bijî.

‘MIJAR RIZGARÎ Û AZADIYA CIVAKÊ YE’

Kendal got, ‘’Armanca perwerdehiya bi felsefeya Rêber Apo berovajî vê ye. Dixwaze mirov û civakê bike xwedî hêz û vîn. Dixwaze jinê jî, mêr jî ji desthilat û koledariyê pak bike û azad bike. Di perwerdehiya me de, desthilata hinan, a çînekê, berjewendiya wan tine. Mijar rizgariya tevahiya civakê, azadiya tevahiya civakê ye. Karekterê ku bi perwerdehiya Rêbertiya me bi teşe bûye, dewletê û her cure desthilatê re dike, armanc dike ku civakîbûna xwe ava bike, bi xwerêveberiya xwe bijî, polîtîkayê xwe û xwe biparêze. Xwe naspêre ti hêzî, bi hêza xwe bawer e û xwe dispêrê civakîbûna xwe. Bi sirûştê re li hev re, dost e, ekolojik e. Pêşbîniya wê dike ku jin û mêr bi rengekî wekhev bijîn.’’