Di Mihrîcana li Exeterê de berxwedan bi ‘Govendê’ hat vegotin

Kurdistaniyên ku di Mihrîcana Respect (Rêzdarî) a 25’emîn a li bajarê Exeter a Îngilîstanê de, bi navê koma “Govend” derketin ser dîkê û gotin: “Li welatê me govend berxwedanek e.”

Mihrîcana Respect (Rêzdarî) a Exeterê ku 25 salin li herêma Devon a Îngilîstanê li dijî nîjadperestiyê bi hev re jiyînê didin pêş, îsal bi dirûşmeya “Em hemû cuda ne, em hemû wekhevin” li li bajarê Exeter a Îngilîstanê hat lidarxistin.

Bi qasî du rojan bi hezaran kes tevlî mihrîcanê bûn û di mihrîcanê de muzîk, reqs û xwarinên komên etnîk hatin nasandin.

Di mihrîcana ku Navenda Civaka Kurd jî hat vexwendin de, têkildarî govenda Kurdî xebatek a atolyeyê hat lidarxistin. Koma Govendê ya ku bi xebata atolyeyê hatî avakirin, di mihrîcanê de li ser dîkê xwepêşandan kir.

Li gel Kurdan bi hezaran kesan li ber stranên Kurdî govend gerandin. Eleqederiyek zêde ji govendê re hat nîşandan û performansa kesên govend digerandin bal dikişand.

GOVEND BERXWEDANEK E

Dr. Mîthat Îshak têkildarî govendê axaftinek kir. Îshak rewşa îro ya Kurdistanê vegot û anî ziman ku Kurdistan di nava dewletan de hatiye çar parçekirin.

Îshak destnîşan kir ku govend li erdnîgariya Kurdistanê ne tenê xwepêşandanek a reqsê ye û got: “Îro li Kurdistanê nasname, ziman û çanda Kurdan bi zext û qedexeyan re rû bi rû ye. Em li vir bi rehetî dikarin govend bigerînin. Lê Kurd li dijî vê zext û şîdetê, govendê wek formatek a berxwedanê dilîzin. Li dijî qedexe û zextan, em bi govend girtinê vê protesto dikin. Her çendî ku govend li vir mîna xwepêşandanek a reqsê jî bê nîşandan, li erdnîgariya Kurdistanê govend sembolek a berxwedanê ye."