Di bûyera 9’ê Mijdara 1932’an de, artêşa Swîsreyê gule li xwepêşanderên antîfaşîst reşandin û di encamê de 13 kes qetil kiribûn û 65 kes jî birîndar bibûn. Di sala 90’an a qetlîamê de, ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê meşek hat lidarxistin û Kurdistanî jî tevlî meşê bûn.
Antîfaşîst ku li ber îstasyona trenê ya navendî hatin ba hev, bi tevlêbûna rêxistinên ciwanan, komên enternasyonalîst û sosyalîst meşek li dar xistin. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) û endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê jî bi rengên xwe tevlî meşê bûn û di serî de terora dewletê û êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî gerîla pêk tîne, protesto kirin.
Piştî meşê çalakger gihiştin qada Plaînpalaîs ku bûyer lê qewimî bû û axaftin hatin kirin.