Di meha Remezanê de em dikarin alîkariyê bidin bi deh hezar kesan

Serokê CÎK’ê Tûrhallî diyar kir ku wê îsal di meha Remezanê de alîkariyê bigihînin Kurdistanê û got “Par me gihand bi hezaran malbatan. Heke em kampanyaya xwe xurt bikin em dikarin alîkariyê bidin bi deh hezaran kesan.”

Rojiya meha Remezanê ya îsal di bin şertên şewbê de dest pê kir. Kurdên li Ewropayê û gelên misilman nimêja xwe ya terawîhê li gorî mesafeya civakî dikin. Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) wê îsal jî zekat û sedeqeyan bigihînin malbatên hejar ên Kurdistanê. Serokê CÎK’ê Ahmet Hafiz Tûrhalli derbarê xebatên wan ên meha Remezaê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Tûrhalli diyar kir ku meha Remezanê meha manewiyatê ye û di vê mehê de mirov hewl dide xwe islah bike û exlaqê xwe bilind bike. Tûrhalli bal kişand ser vî tiştî ku alîkarî peywira wan a welatparêziyê ye û got “Wekî her sal em ê îsal jî zekat, sedeqe û fitreyên xwe bigihînin Kurdistanê. Sala borî me xwe gihand bi hezaran malbatan. Heke em îsal jî kampanyaya xwe xurt bikin, dibe ku ev hejmar bibe deh hezar. Bicihanîna pêdiviyên gelê me yên ku dewletê ew mûxtacî xwe kirine, peywira me ya dînî, mirovî û welatparêziyê ye.”

Hafiz Tûrhalli diyar kir ku sohbetên civata wan her roj saet di 15.00, 16.00 û 18.00’an de li ser facebookê, Bawerî CÎK Tv û li ser kanala Bawerî Tv ya yoûtûbeyê tê weşandin.