Di ‘Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê’ de hinek biryar hatin stendin

Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê’ ya ku partiyên Kurdan û rewşenbîr tevlê bûbûn, bi dawî bû. Di konferansê de ji bo yekîtiya di navbera gelê Kurd de hin biryar hatin stendin.

Li Ewropayê Platforma Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê bi navê ‘Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê’ li dar xistin. Di konferansê de ji bo yekîtî û li hemberî dagirkeriyê peyamên têkoşînê hatin dayîn.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Besîme Konca bal kişand ser konferansên wisa û got “Mixabin her carê em rûdinên diaxivin û nakevin nav hewlanan. Ev problemek e. Divê em berê vî tiştî zelal bikin. Êdî divê em dev ji axaftinê berdin û gavan biavêjin. Îro dagirker axa me bomberdûman dikin, zarokên me dikujin.”

Parlementerê berê yê HDP’ê Osman Baydemîr jî diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînek tê dayîn û got “Di van têkoşînan de berdêlên mezin tên dayîn. Hemû partî û îdeolojî ji bo azadiya Kurdistanê amûrek in. Divê em van tiştan baş bi kar bînin. Hemû partî û îdeolojiyan têxin bin xizmeta Kurdistanê. Divê em di navbera partiyan de bibin pir û yekîtiyê ava bikin. Heke em nebin yek, wê dagirker dîsa xwîna me birîjin.”

Parlementerê berê yê YNK’ê yê Iraqê Mûhsîn Osman jî diyar kir ku divê yekîtiya Kurdan di mejî û ruh de hebe û got “Divê em di ruh û mejî de li dijî dagirkeriyê rabin. Di vî warî de gotina Ehmedê Xanî ya ku gotibû ‘Em nebin yek, em ê ji hev belav bibin’ îro hê jî girîng e. Divê em Kurd werin ba hev û xewna Ehmedê Xanî bi cih bînin.”

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî diyar kir ku ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan divê mirov giraniyê bide dîplomasiyê û li hemberî dagirkeran helwesteke zelal were nîşandan.

Nûnerê Asûrî û Siryan George Aryo jî diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk ne bi tenê li dijî Kurdan e, li dijî gelê Siryan e jî û divê hemû gel li dijî dagirkeriyê rabin.

Di Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê de li ser avakirina yekîtiya di navbera Kurdan de, geşkirina diyaloga di navbera partiyan de û berfirehkirina platforma neteweyî ya li dijî dagirkeriyê nîqaş hatin kirin.

Komîteyên dîplomasî, geşkirina têkiliyên di navbera Kurdan û partiyan de, çapemenî û têkiliyê hatin avakirin.

Di Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê de gelek biryar hatin stendin. Tê payîn ku biryar roja Duşemê werin eşkerekirin.