Di hilbijartinên Norwêcê de koalîsyona çep bi ser ket

Di hilbijartinên Norwêcê de koalîsyona ji partiyên çep bi ser ket.

Di hilbijartinên Norwêcê de koalîsyona çep bi ser ket. Tê payin ku Jonas Gahr Støre bibe serokwezîr.

Tê texmînkirin ku koalîsyona çep a ji 5 partiyan pêk tê, wê ji 169 kursiyên li parlamentê 104 kursiyan bi dest bixe.

NAKOKIYA BINGEHÎN PETROL E

Partiya Karker li gel 88 kursiyên bi dest xistiye, bi beşdariya Partiya Navendî û Partiya Çep a Sosyalîst karibe hikumetê ava bike. Di nava koalîsyonê de Partiya Ekolojîst û Komunîst jî heye.

Şîrovekar dibêjin, Partiya Karker wê hewl bide ku bêyî tevlîkirina Partiya Ekolojîst û Komunîst hikumetê ava bik.e Partiya Karker di kampanya hilbijartinê de li ser petrolê bi ekolojîstan re li hev nekiribû.

Ekolojîst dixwazin karê hilberîna petrolê tavilê bê rawestandin, lê belê Jonas Gahr Støre bi erênî nêzî vê mijarê nabe.

Milyonerê 61 salî Jonas Gahr Støre di kampanya hilbijartinê de timî newekheviya civakî rexne dikir. Jonas Gahr Støre dixwaze ku aboriya welêt bi rengekî nerm ji petrolê cuda bike.

Sektora petrolê ji sedî 14 brut hatineya navxweyî, ji sedî 40 ê bazirganiya derve ya welêt e û derfetên 160.000 karê yekser diafirîne.

ANF | Hilbijartinên Norwêcê: Yekemcar namzetên Kurd dikarin bikevin parlamentê (anfkurdi.com)