'Di greva birçîbûnê de divê em pêşiya mirinan bigirin’

Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê diyar kir ku di grevên birçîbûnê de berî mirinan divê daxwaz werin qebûlkirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê derbarê grevên birçîbûnê li avahiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.

Endama Komîsyonê Zeynep Ceren Oztoprak diyar kir ku 321 girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne û got ku “Em bang li rayedaran dikin, beriya ku mirin pêk were, divê li gorî hiqûqê tevbigerin. Di heman demê de em dibînin ku medya jî dixwaze vê meseleyê bi bêdengî derbas bike.”

Boztoprak diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqî ye û bang li partiyên mûxalif, baro û saziyên çapemeniyê kir ku bila têkevin nav hewldanan.