Di Féte de L'Humanite’yê de nerazîbûn nîşanî qedexeya PKK’ê hat dayin

Di çarçoveya kampanyaya “PKK gel e, gel nayê qedexekirin” de di Féte de L'Humanite’yê ya îsal hat lidarxistin de, bi sedan îmze hatin komkirin. Dostên Kurd diyarkirin ku ji bo dewletên Yekîtiya Ewropayê şermeke ku 28 sal in PKK di lîsteya terorê de ye.

Çalakiya Féte de L'Humanite Bretagne ku her sal bi kevneşopî ji aliyê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ve tê organîzekirin, ji duh ve li bajarê Lorîent ê Fransayê destpêkir.

Di çalakiya Féte de L'Humanite Bretagne de ku li Lanesterê li hundir hat lidarxistin, gelek sendîka û komeleyên herêma Bretagne, weke her sal îsal jî standên xwe danîn.

Di nava rêxistinên ku stand danîn de Kurdistaniyên li bajarê Lorîentê jî hebûn. Kurdistaniyan di çarçoveya kampanya "PKK gel e, gel nayê qedexekirin" bi sedan îmze kom kirin.

Nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê ya Morbîhan, nûnerên sendîkayên karkeran ên Morbîhan, siyasetmedarên herêmî û hin nûnerên komeleyan di serdana standê de diyarkirin ku ew her tim bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ne û gotin ku ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê şerme ku PKK hîn jî di lîsteya terorê de ye.

Beşdaran anîn ziman ku PKK’ê li dijî hemû komplo û şerên qirkirinê piştgiriya gelan girtiye û diyar kirin ku girîng e kesên ji têkoşîna gelê Kurd îlhama xwe digirin her kes ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hewldanên ji destê wan tê bi rengekî kirdeyî nîşan bide.

Amadebûyan her wiha gotin, “Divê em ji bîr nekin ku gelê Kurd di têkoşîna li dijî barbariya DAÎŞ û dewleta Tirk de berdêlên giran dan” û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî xwestin.

Di çalakiya Féte de L'Humanite Bretagna de jî konferans, pêşkêşkirina fîlman û konserên muzîkê hatin lidarxistin.

Di konferansan de bal hat kişandin li ser bi hezaran penaberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê û her wiha rewşa derdora 30 koçberên ku piraniya wan Kurd in ku di dema hewldana derbaskirina Behra Manşê (Kanala Îngîlîz) de xeniqîbûn û polîtîkayên koçberiyê yên welatên Yekîtiya Ewropayê hatin rexnekirin.

Çalakiya Féte de L'Humanite Bretagna bi axaftinên rêveberên Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) bi dawî bû.