Di çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê ji bo meşa 14’ê Tebaxê bang hate kirin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê gelê Kurd ji 25’ê Çileyê û vir ve her roja Çarşemê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê dike.

Konê berxwedanê yê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî hate vekirin, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hate xemilandin. Di standê de jî belavokên bi Elmanî, Fransî û Îngîlizî yên li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Swîsreyiyan tê belavkirin.

Çalakiya rûniştinê di şexsê fermandarê pêngava 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û yek ji fermandarê HPG’ê Îbrahîm Çoban (Atakan Mahîr) ê ku di 11’ê Tebaxa 2018’an de li Dêrsimê şehîd bûbû de, ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Hevserokê NCDK’ê Salîh Saglam di çalakiyê axivî û got “Pêngava ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ îro bi berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê didome. Neteweyên Yekbûyî di serî de welatên Ewropayê naxwazin vê berxwedana gelê Kurd a li hemberî faşîzm û dagirkeriyê bibîne. Li hemberî vê bêdengiya dewletan em ê heta dawî xwedî li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ derkevin û em ê bi ser bikevin.”

Saglam di axaftina xwe de ji bo meşa di 14’ê Tebaxê de ya li dijî dagirkerî, talan û qirkirinê banga tevlêbûneke xurt kir û got “Wê gelê Kurd û dostên me di 14’ê Tebaxê de saet di 14.00’an de li Helvetîaplatzê be.”

Piştî axaftina Saglam gelê çalakgeran bi sloganan çalakiya rûniştinê domandin.