Dewletên Tirk û Îranê li Osloyê hatin şermezarkirin

Li paytexta Norwêc Osloyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û zext û darvekirinên Îranê yên li dijî kurdan hatin şermezarkirin.

Çalakiya ku ji aliyê NCDK Oslo û PJAK'ê ve hate lidarxistin li ber stasyona navendî ya Osloyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Çalakiyê li ber stranên hunermend Welat Kobanê dest pê kir û piştre peyamên PJAK û KJAR'ê hatin xwendin.

Di çalakiyê de çar şoregerên 9'ê Gulana 2010'an ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Ferhad Wekîlî hatin bîranîn. Qisekeran gotin, "9'ê Gulanê ji bo tevgera azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê rojeke li dijî fikrê azad e. Vê rojê dewleta paşverû ya dîktator a li Îranê beriya ku çar dagirker û şoreşgeran darizîne yekser darve kir. Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan li dijî dîktatoriyê bûn sembola têkoşînê. Bi têkoşîn û berxwedana xwe wê timî di bîra Kurdan de bimînin. Em şehîdên zindanan û şehîdên meha Gulanê hemûyan bi bîr tînin. Soz didin ku têkoşîna wan dewam bikin."

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN DEWLETA TIRK HATIN ŞERMEZARKIRIN

Di çalakiyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin û hate gotin, "Li dijî van êrişan dem dema yekîtî û hevgirtina Kurdan e."

Çalakgerên rêxistinên Norwêcî Anti Rasist û Solidaritet med Kurdistan di çalakiyê de axivîn.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.