'Dewleta Tirk û çeteyên wê amadekariyên komkujiyên nû dikin'

Komîteya Rêveber a kampanyaya 'Jin Rojava Diparêzin' li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li rabû û diyar kir, dewleta Tirk û çeteyên wê amadekariyên komkujiyên nû dikn.

Komîteya Rêveber a 'Jin Rojava Diparêzin' daxuyaniyek da û bal kişand ser plan û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Peymana di navbera Tirkiye û DYE’yê de tê wateya qirkirina etnîkî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Mînaka vê ya berbiçav jî êrîşên qirker û sûcên şer ên dewleta Tirk dewam kirin. Bi taybet li herêma nava Til Temir û Kobanê artêşa Tirk û hevkarên wê çeteyên El Nûsra û DAÎŞ’ê bombardûman, dorpêç, û talan kirin. Ji ber vê zêdetirî 200 sivîl hatin qetilkirin, bi sedan sivîl birîndar bun û bi hezaan jî neçar man koçber bibin.”

‘DEWLETA TIRK ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR ANÎ’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar aniye û wiha pêde çû: “Şopên li ser bedenên birîndaran vi vekirî gumana ku dewleta Tirk di êrîşan de çekên kîmyewî dîsa fosfora spî bika anîbe derdikeve holê. Tevî vê hemû hêzên dagirker di serî de nekariye berxwedana jinan û hemû gelên Rojava bişkînin. Heta ku êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê bidome, piştevaniya jinan a di serî de li Kurdistan û çar aliyên cîhanê û berxwedana ji bo Rojava hê zêdetir bihêz bibe.

‘KÊLIYEKÊ JÎ AGIRBEST NEHATE BICIHANÎN’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji aliyê DYE û Tirkiyeyê ve peymana ‘agirbestê’ kete dewreyê û ev hate gotin: “Ji saeta ku agirbet kete meryetê kêliyekê jî agirbest nehate bicihanîn. Rojên pêşiya me wê çi bibe nayê zanîn. Lê ya vekirî dixuyê dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo belavkirina şer û qetlîamên nû bikin di nava amadekariyan de ne.

Heta em van qetlîam û planên dagirkeriyê rawestînin wê çalakiyên me bidomin. Bi taybet ji bo pêkanînên xalên li jêr bên rêzkirin em ê zextê li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî, hemû hikûmetan, dîsa hemû saziyên peywendîdar bikin ku gavên pêwîst bavêjin, bikin.

Divê ji bo parastina gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gava herî pêşîn û lezgîn bê avêtin, qedexekirina firîna balafiran e.

Di vê bilezgîn dewleta Tirk dawî li dagirkeriya xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne.

Qirkirin etnîkî, sûcên şer ên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine kirin derxistina pêş e.”