Dewleta Tirk li Sydneyê hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Sydney ê Ewûstralyayê hatin ba hev, gefên êrîşê ya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Town Hall a Sydneyê hatin ba hev, alên YPG/YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Parlementera Partiya Keskan Jamîe Paker a tevlî çalakiyê bû nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Serokê DYE’yê Donald Trûmp a rê didin dagirkeriya Tirk da û got: “Xeyalên me tevan vala derxist”.

Paker anî ziman ku ev biryar dikeve zimeta Serokkomarê Tirk Erdogan û diyar kir ku ew baş dizanin ku dewleta Tirk li Efrînê çi dike.

Pekar bang li her kesê kir ku piştevaniya Kurdan bike û got: “Em nikarin gelekî ku 11 hezar can ji bo me tevan dayî rû bi rûyê qetlîaman re bihêlin.”

Li ser navê Partiya Keskan daxuyaniyeke ya nivîskî ku nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trûmp û gefên dagirkeriyê ya Tirk dide hate xwnedin. Partiya Keskan ragihand ku ji her demê bêhtir bi Kuran re di nava piştevaniyê de ne.

Li ser navê Îtifaqa Sosyalîstan jî Sûsan Prîce, edîtora Rojnameya Green Left Weekly Peter Boyle, Berdevkê Komîteya Koçberan Lan Rîntol da axivîn û piştevaniya bi gelê Kurd re anîn ziman.

Li ser navê komîteya çalakiyê jî Birûsk Aîverî û Temûr Xerzan jî axivîn û banga bi ruhê netewî xwedî li Rojava derkevin.