Dewleta Tirk li Drancy û Rennesê hat protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê li banliyoya Drancy û bajarê Rennes ê herêma paytexta Fransayê, Parîsê hatin protestokirin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Drancy ya Parîsê, ji bo protesto kirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê meşek hat lidarxistin. Çalakgeran di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî berxwedana gerîla’’ û ‘’Şehîd namirin’’ berz kirin.

Li bajare Rennes ê Fransayê jî bi heman armancê meşek hat lidarxistin. Kurdên li qada Repûblîqûeyê hatin ba hev heta bi qada şaredariyê meşiyan.

Ji serê meşê heta dawiya wê, broşur hatin belavkirin û ji bo derxistina PKK’ê ji lîstên qedexekirî îmze hatin komkirin.

Di daxuyaniya gava çalakiyê hat dayîn de banga têkoşîna bi tevahî li dijî êrîşên dagirkeriyê hat kirin.