Dewleta Tirk li Amîensê hate şermezarkirin
Kurdên li bajarê Amîensê yê Fransayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Kurdên li bajarê Amîensê yê Fransayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Kurdên li Amîensê yê Fransayê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyek lidar xistin.
Çalakger li ber Navenda Çandê ya Amîensê li hev civiyan û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedana gel û gerîla wê dewleta Tirk têk bibe.