Dewleta Tirk a dagirker li Montpellîerê hat protestokirin

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê û bêdengiya civaka navneteweyî bi çalakiyekê li bajarê Montpellîerê Fransayê hatin protestokirin.

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê Kurdistaniyan ve li bajarê Montpellîer ê Fransayê hatin protestokirin.

Kurdistaniyên ku ji roja êrîş destpêkê û vir çalakiyan li dar dixin, îro jî li qada Comedyê hatin ba hev. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Montpellîerê Şerzat K. axavtinek kir. Şerzat, îşaret bi êrîşan kir û got ku di êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de bi dehan sivîl hatine qetilkirin. Şerzat K., bêdengiya li hemberî qetilkirina sivîlan şermezar kir û got: “Bêdengî hevkariya qetlîmana e.“

 Piştî axavtinan girseyê dirûşm berz kirin û dest bi meşê kir.