Dewleta Elman îtirafkar parast

Doza derbarê îtirafkar Ridvan Ozdemîr ê li ser îfadeyê wî dayî 7 kes ji ber doza PKK’ê hatin cezakirin, biyara berdana bi kontrol û bi navek din û nasnameyek nû biyar hate dayîn.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê îtirafkarê doza PKK’ê Ridvan Ozdemîr ji ber îtirafên wî yên berê di nava PKK’ê de cih girtiye û kar kiriye doz hatibû vekirin. Biryara derbarê Ozdemîr ê ji ‘Rêveberiya PKK’ê û endamtiya wî 1’ê Tîrmehê ji Dadgeha Stammheîmê dihate darezîn, rûniştina wê 28’ê Tîrmehê pêk hat.

Ozdemîr ê negirtî dihate darezîn, dadgehê 1 sal û 2 meh ceza lê birî, bi hinceta ku ‘Endamtiya xwe ya PKK’ê îtirafkiriye, bi îtirafên xwe alîkarî daye dewletê’ ceza vegerand serbestberdana bi kontrol a 2 salî. Her wiha ji bo ‘parastina ewlehiya can’ a Ozdemîr jî maf hate dayîn ku bi navek din û nasnameyek din, li cihê bixweze bijî, bê dayîn.

Di encama îdîayên Îtirafkar Ridvan Ozdemîr de, 20’ê Hezîrana 2018’an di serdegirtinên li malan a li eyaleta Baden-Wurttembergê de 7 Kurd hatibûn girtin, cezayên cuda lê hatibûn birîn. Salih K., Şemsedîn B., Cîhan A., Veysel S., Ozkan T., Agît K. û Evrîm A li ser îtirafên Ridvan Ozdemîr cezayê girtîgehê yên di navbera 2 salan heta 4 salan lê hatin birîn. Veysel S. û Agît K hê jî girtî ne.