Devrîm Brûsk û Çiyajîn Zagros li Cenevreyê hatin bîranîn

Gerîlayên HPG’ê Devrîm Brûsk (Hanim Bozkûr) û Çiyajîn Zagros (Pinar Demîr) ên ku di Hezîrana 2017’an de li Lêlikanê di êrişa hewayî de şehîd bûbûn li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin bîranîn.

Gerîlayên YJA-Starê Devrîm Brûsk (Hanim Bozkûr) û Çiyajîn Zagros (Pinar Demîr) li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin bîranîn.

Bîranîn li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk hate kirin. Malbata Devrîm Brûsk û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Bîranînê bi rêzgirtina di şexsê Devrîm Brûsk û Çiyajîn Zagros de ji bo bîranîna hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di bîranînê de sînevîzyona li ser her du şehîdan hate nîşandan.

Di bîranînê de li ser navê Berdevkiya Civaka Kurdan a Demokratîk hate gotin “Di têkoşîna azadiya gelê Kurd de, em ê girêdayî bîranîna şehîdan bin û em ê alaya wan a têkoşînê hildin.”

Bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.