Desteserkirina şaredariyên HDP’ê li Marsîlyayê hate protestokirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê desteserkirina 5 şaredariyên HDP’ê hate protestokirin.

Çalakî ji aliyê çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Îstasyona St. Charles hate lidarxistin.

Di pankarta de êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin û slogana ‘Destûrê nede dagirkeriya dewleta Tirk hate berzkirin.’