Derket holê ku cezayê ‘volta’yê dane Rêberê Gelê Kurd

Eşkere bû ku bi hêceta ‘volta avêtinê’ sala 2018’an ceza dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Derket holê ku Îlona sala 2018’an bi hêceta ‘volta avêtiye’ cezaya disiplînê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Xuya bû ku bi hêceta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meha Îlona 2018’an dema ‘werzîşkirinê’ de ‘volta avêtiye’, 3 mehan hedîtina bi malbatê re asteng kirine. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hêceta ku piştî lîstina voleybol û basketbol a bi girtiyên din ên li Greva Îmralî dimînin re volta avêtiye, ji aliyê Seokatiya Desteya Disiplînê ya girtîgehê ve di çarçoveya lêpirsîna disiplînê ya hatî vekirin de, bi hêceta ‘xebatên werzîşkirinê weguhertiye xebatên sohbetkirinê’ di 14’ê Îlona 2018’an de cezayê “3 meh ji hevdîtinê mehrûm kirin” dane.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarê cezayê hatî dayin îtîrazê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê daye, diyar kiriye ku volta yekane şeklê tevgerînê ya herî standart a girtîgehan e û ev maf hatiye astengkirin û destnişan kiriye ku divê ev xeletî were sererastkirin.

Cezaya disiplînê ya ku danî Rêberê Gelê Kurd di rapora 6’ê Tebaxa 2020’an a Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê ya derbarê serdana 6-17’ê Gulana 2019’an a li Îmraliyê pêkanîbû de jî cih girt.