Delegasyona Zapatîsta û jinên Kurd li hev rûniştin

Jinan li ser îdeolojiya rizgariya jinê, konfederalîzma demokratîk, rengên rêveberiya xweser dan û standin, her wiha têkoşîna hevpar a dijî kapîtalîzmê jî nîqaş kirin.

Ji Meclîsa Jinan a Amara û Women Defend Rojava, komeke ji 6 kesa pêk hatî bi delegasyona Zapatîsta re hate cem hev.

Baskê pêşî yê meşê ku Zapatîstayan ji pênc parzemînan dabûne destpêkirin 22'yê Îlonê gihaştibû Franktûrtê. Li vê derê saziyên Kurd jî di nav de ji bo heftiyekê bi rêxistinan re hatin cem hev.

Delagasyonê her wiha bi jinên Kurd û endamên Women Defend Rojava re hate cem hev. Jinan derheqê Tevgera Jinên Kurd, îdeolojiya wan, konfederalîzma demokratîk û têkoşîna netewî delegasyona agahdar kirin, her wiha wan jî ji li ser mijara rêveberiya Zapatîstayê agahî standin. Piştre hate nîqaşkirin bê ka li dijî pergala kapîtalîst têkoşîna hevpar a navnetewî çawa dikare were dayin.