Delegasyona Aşitiyê ya Defend Kurdistan doz li polîsên Elmanyayê vekir

Delegasyona Aştiyê Defend Kurdistan ya Hambûrgê, ji ber ku polîsên Elman nehiştin ew biçin Başûr, serî li Dadgeha Îdarî dan.

Delegasyona Aştiyê Defend Kurdistan di Hezîrana 2021’an de ji bo bidawîkirina hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û xurtkirina diyaloga di navbera Kurdan de û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji raya giştî re eşkere bike xwestibû biçe Başûrê Kurdistanê. Lê belê li balafirgeha Dusseldorf a Elmanyayê û hin heyet jî li balafirgeha Hewlêrê hatin astengkirin. Yek ji endama heyeta ku li Elmanyayê hat astengkirin Theda Ohling e ku bi rêya parêzerên xwe Ronja H. der barê qedexeya wan de agahî ji rayedarên Elman xwest. Endamên heyeta Defend Kurdistanê Theda Ohling, ji ber ku polîsên Elman agahiyên têr li ser delîlan nedane, bi rêya parêzerên xwe Ronja H. serî li Dadgeha Îdarî ya Kolnê da.

Endamên delegasyona Aşitiyê ya Defend Kurdistanê Theda Ohlîng, Roja H û Dr. Machthîld Exo ya ku çûbû Hewlêrê û parêzerê wan Cornelia Ganten-Lange li ser mijarê li Curio-Haus a Hambûrgê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

HINCET ÇÊKIRIN Û ASTENG KIRIN

Parêzer Cornelia Ganten-Lange ya ku di daxuyaniya çapemeniyê de mafê axaftina destpêkê girt, diyar kir ku wan derbarê polîsan de hinceta astengkirina azadiya tevgerê doz vekirine. Hunting. Ganten-Lange got:

“Di meha Hezîrana sala borî de komek mirov ji 14 welatên Ewropayê diçûn Başûrê Kurdistanê. Lêbelê, rêwîtî li balafirgeha Dusseldofê hate astengkirin. Wek hincet xalên 14 û 20’emîn ên Qanûna Pasaportê hatin nîşandan. Li gorî qanûna pasaportê mafê astengkirinê heye, lê ger ewlehiya hundir û derve ya Elmanyayê bikeve xeterê dikare bê astengkirin. Ger berjewendiyên Elmanyayê bikeve xeterê dikare bê astengkirin. Li gorî biryarên berê yên Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê, tê gotin ku astengkirina mijara gotinê divê li gorî delîlên berbiçav be.

Di îdiaya polîsan de behsa tevlîbûna gerîla tê kirin. Ew îdîayek vala ye û bêyî delîlên berbiçav e. Ji bo hemû kesan heman îdîa heye. Ev îdia ji raya giştî re hat eşkerekirin. Ti bingeheke qanûnî ya vê yekê nîne."

PDK’Ê JI BER BERJEWENDIYÊN XWE ASTENG KIR

Endama heyetê Zanyara Siyasî Dr. Mechthild Exo ku çûbû Hewlêrê got, “Kesên ku wê deme hatibûn ji 14 welatan hatin. Armanc tevlîbûna 150 kesan bû. Lê nîvê wê hat astengkirin. Rêxistinên sivî û Kurd ji ber çûyîna me kêfxweş bûn. Em çûn ji bo ku êrîşên dewleta Tirk bi raya giştî re ragihînin û pêşî li nakokiyên di navbera Kurdan de bigirin. Heyeta me bi partiyên siyasî, parlamenter, saziyên sivîl, jin û derdorên ekolojiyê re hevdîtin kir. Civaka Kurd silav da me. Lê PDK'ê ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj em asteng kirin. Civîna me ya çapemeniyê ya li Hewlêrê hat astengkirin. Di 11’ê Hezîranê de 56 kes li balafirgehê hatibûn destgîrkirin. Tevî vê yekê jî 70 kes derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Li Başûrê Kurdistanê 20 baregehên leşkerî yên Tirkiyê hene. Ez sala borî çûm, lê îro li wir berpirsiyariya aştiyê heye. Hê jî êrîşên hewayî hene. Tirkiye hê jî gefan li Rojava û Başûr dixwe. Ev êrîş hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Danûstandin li ser xwîna Kurdan tê kirin. Azadiya rêwîtiyê ji bo berjewendiyên qirêj asteng kir. Divê Erdogan li gorî hiqûqa navneteweyî bê darizandin û cezakirin.”