Delal Nûrhak li Kolnê hate bibîranîn

Endama Konseya Rêvebir a KJK’ê û Endama Meclîsa PAJK’ê şehîd Delal Nûrhak, li bajarê Koln ê Elmanyayê bi merasîmekê hate bîranîn.

Bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) û Konfederasyona (KON-MED) ji bo endama Konseya Rêveber a KJK’ê û endama Meclîsa PAJK’ê Delal Nûrhak li bajarê Koln ê Elmanyayê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Kurdistaniyên li bajarê Koln û derdora wê dijîn, tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, dayika şehîd Şengê Kahraman axaftina vekirinê kir û sersaxî ji malbata şehîd Delal Nûrhak û gelê Kurdistanê re xwest.

Di merasîmê de li ser navê malbata Delal Nûrhak, xizma wê Fîdan Yildirim axivî û got: “Îro li vir ji bo min pir zehmet e ku Delalê bi bîr bînim û şehîdan bînim ziman. Me bi hev re Komkujiya Mereşê jiya. Em bi hev re hatin Ewropayê. Me êş, kêfxweşî û koçberî bi hev re jiyan.”

Fîdan Yildirim da zanîn ku piştî komkujiyê dayika Delal Nûrhak ketiye girtîgehê û lewma Delal Nûrhak dibistana navîn hiştiye û li xwişk û birayên xwe yên ji xwe biçûktir, nihêrtiye. Yildirim ragihand ku di wê pêvajoyê de şehîd Mûstafa Yondem piştgiriya wan kiriye. Piştî axaftina Fîdan Yildirim, beşek ji rojnivîska Delal Nûrhak xwend.

Nûnera TJK-E’yê Zîlan Dêrsim jî axivî û wiha got: “Di roja 31’ê Cotmeha 1987’an de li Ewropayê, kongreya jinan a yekem hate lidarxistin. Di vê kongreyê de Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê (YJWK) hate avakirin. Dema hevrê Delal Nûrhak tê Ewropayê tev li xebatan dibe û di 1989’an de tevlê dibe û dibe yek ji wan kesan ku YJWK’ê bi rêxistin dike û saz dike.“

Zîlan Dêrsim got ku Delal Nûrhak bi heskirineke mezin girêdayî welat û hevrêyên xwe bûye û wiha got: “Me ev 5 salên dawîn gelek rojên zehmet dîtin. Bi taybet jî Tevgera Jinên Kurd… Ji ber ku me gelek nirxên xwe yên giring, şehîd dan. Yek ji wan jî hevrê Delal bû. Ez wê û hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim û soza jiyandina bîranînê wan didim.”

Ji KCDK’ê Fatoş Goksûngûr jî tev li bibîranînê bû û axaftinek kir. Goksûngûr wiha got: “Yek ji cihên ku çirûskên yekem ên tevgera me lê hat avêtin jî herêma Pazarcikê bû. Hemwextî wê dewletê li Gurgumê komkojiyek pêk anî. Ev hewlidanek a tolhildana ji têkoşînê bû. Ji ber ku vê dewletê ew baş didît: Eger ku li ser erdnîgariya Kurdistanê serhildanek çêbibe, wê weke guloka berfê dewam bike ku wisa jî çêbû. Bi sedan şehîdên herêmê hene. Hîn li çiyayên azad, li ser heman rêyê rêwiyên heqîqetê hene. Yek ji wan rêwiyan jî Delal Nûrhak bû.”

Goksûngûr got ku ew û Delal Nûrhak xizmê hev in û wiha pê de çû: “Delal xizma min e. Piştî Komkujiya Gurgumê têkîliyên me yên malbatî qut bûn. Hevrê Delal hat Ewropayê. Piştî ku tev li partiyê dibe, vedigere welat û rojekê diçe Îskenderûnê. Heval jê re dibêjin: ‘’Em ê te bibin ba malbatekê’. Tên mala me. Dayika min wê nas dike.”

Goksûngûr anî ziman ku di pêvajoya 12’ê Îlonê salên 80’î û 90’î piştî koçberiyê, li Mereşê malbat belav bûne û got: “Lê me bi saya têkoşînê dîsa hev û din nas kir.”

Goksûngûr ragihand ku ji sala 2010’an û bi şûn de, bi Delal Nûrhak re di nava têkîliyan de bû ne û wiha pê de çû: “Min li Mexmûrê serdana wê kir. Wekî ku em bi salan ji hev dûr neketibûn. Behsa naskirina xwe ya bi dayika min re kir. Xeyalên hevrê Delal hebûn. Xeyalên wê hebûn ku dîsa Rêbertiyê bibîne. Ew bi xwe li qada Rêberiyê mabû. Dixwest ku Komkujiya Gurgumê neyê jibîrkirin. Digot ku ‘Divê mirovên me tola komkujiyê hilînin û ji bo vê yekê bibin parçeyek ê têkoşînê’.”

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.