Defend Kurdistan ji bo rêxistiniya di asta navneteweyî de bang kir

Defend Kurdistan diyar kir ku li dijî çekên kîmyewî, piştgiriya bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de di asta navneteweyî de zêde bûye û ji bo xurtkirina vê piştevaniyê banga rêxistiniyê kir.

Înîsiyatîfa Defend Kurdistan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bi rojane li deverên cuda bi çalakiyan bersiv ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re tê dayin û banga rêxistiniyê kir.

Daxuyaniya înîsiyatîfê bi vî rengî ye:

"Înîsiyatîfa Defend Kurdistan weke bersivdanê, li zêdeyî 50 bajar û bajarokên li deverên cuda yên cîhanê li dijî polîtîkayên sûc ên dewleta Tirk çalakî koordîne kir. Li Navenda Giştî ya Partiya Keskan a Elman, li ofîsên Rêyên Hewayî yên Tirk, li Navenda Giştî ya Boeingê û gelek deverên din çalakî li dijî dagirkeran bi rêxistin kir. Çalakî ji aliyê tevnên piştevaniyê yên enternasyonalîst ve hatin lidarxistin.

Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze di çarçoveya 30'ê Mijdarê-3'ê Kanûnê Rojên Çalakiyan ên Cîhanî de bang li hikumetên Rojavayî û saziyên pêwendîdar kir ku li dijî sûcên şer ên Tirkiyeyê bi berpirsyarî rabin û zextê bikin. Niha li herêmên cuda yên cîhanê, bi sedan mirov ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve, ketin nava liv û tevgerê.

Li Elmanyayê bi piştgiriya komên piştevaniyê û tevgerên hawirdorê çalakiyên afirîner hatin lidarxistin. Li Îtalyayê dorpêçkirina Rêyên Hewayî yên Tirk, çalakiyên li zanîngehan, xwepêşandanên hevpar ên bi tevgera piştevaniya civaka Kurd re, ji bakur heta başûrê welêt çalakî hatin lidarxistin.

Tevna Serhildanê li herêmên cuda bi înîsiyatîfê rabû; tevî civaka kurd li Parîsê xwepêşandanên mezin lidar xist. Li Zurîchê rê li trafîkê girt, li Liegeyê wêne li dîwaran hatin daliqandin. Li Îngilistanê li Bristol û Londonê li hemberî hilberînerê bombeyên li ser Rojava têne barandin li hemberî şîrketa Boeingê grev hatin lidarxistin.

Çalakî li tevahiya Ewropayê belav bûn; li Bûlgaristan, Yewnanistan, herêma Baskê, Katalonya, Skoçya, Valencia û Awûstûryayê li hemberî sefaretxaneyên Tirk peyama piştevaniyê hatin weşandin. Ji Ewropayê wêdetir ji Chiapas, Brezîlya, Hindistan, Kenya û Papua Rojava jî peyamên piştevaniyê hatin.

Rojên Çalakiyê yên Cîhanî li dijî bombardûmana li ser Rojava û gefa dagirkirinê, piştgiriya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re nîşan da, ji bo azadiya Rêber Apo deng bilind kir, piştgirî ji raperîna li Rojhilat û berxwedana mezin a gerîla ya li çiyê re hate dayin. Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze, ji bo bersiva li dijî êrîşên dewleta Tirk banga xurtkirina piştevaniyê û birêxistinkirinê dike."