Defend Kurdistan: 14'ê Tebaxê em li Dusseldorfê bin

Dagirkerî û êrişên dewleta Tirk wê li Dusseldorfê bêne şermezarkirin. Nûnerên saziyan bang li her kesî kirin ku 14'ê Tebaxê tevlî meşê bibin.

Nûnerên bi dehan saziyan doh li bajarê Kolnê yê Elmanyayê li hev civiyan û bi pêşengiya Defend Kurdistan daxuyaniyek da.

Ji beşdaran hevserokên KON-MED'ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, bi navê Yaşanacak Dunya Çîgdem Devran, bi navê ADGB'ê Şafak Denîz, bi navê KJAR-Rojhilat Cemîle Kerîmî, bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Volkan Altûn, bi navê KCDK-E Başûr diyar Bekîr, Hunermend-Başûr Nabaz Abdullah, bi navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Hecî Çelîk, nûnerê FEDA'yê Heval Huru û bi navê PJAK Rojhilat axaftin hate kirin.

'EM LI DIJÎ FAŞÎZMA TIRK BIMEŞIN'

Zubeyde Zumrut diyar kir ku koalîsyona şer a AKP-MHP'ê ji bo qirkirinê û dagirkirina Başûrê Kurdistanê êriş dike û got, "Em ê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Lewma em bang li Kurdistaniyên li Ewropayê idkin ku 14'ê Tebaxê li dijî faşîzma Tirk bi hev re bimeşin."

Engîn Sever jî diyar kir ku bêdengiya li pêşberî êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan tê wateya pêşîvekirina li şerê navxweyî û got, "Êriş gihîşt heta Îranê. Li Îranê jî li dijî Kurdan komkujî û êrişên nijadperestiyê têne kirin. Ev êriş ji polîtîkayên li Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan cuda nîne."

Sever got, "Bi navê pêkhateyên Defend Kurdistan 14'ê Tebaxê saet di 11:00 de em ê li ber Dusseldorf HBF'ê bi hev re li dijî faşîzmê bimeşin."