‘Daxwazên girtiyan daxwazên me ye jî’

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek girtîgehên Tirkiyeyê grevên birçîbûnê hatibû destpêkirin. Ji bo xwedîlêderketina grevên birçîbûnê li Hambûrgê mîtîngek hate lidarxistin.

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ji bo xwedîlêderketina grevên birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng li taxa Altona hate lidarxistin. Pêkhateyên Meclîsa Jinan a Rojbînê û Tevgera Ciwanên Şoreşger tevlî çalakiyê bûn.

Hevberdevka Meclîsa Jinan a Rojbînê Leyla Kaya di çalakiyê de axivî û got ku, “Daxwazên girtiyan daxwazên me ye jî. Heta ku ev daxwaz pêk werin wê çalakiyên me bidomin.”

Parlementera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî diyar kir ku divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de pêk were. Ozdemîr got ku, “Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li Rojava ketiye meriyetê û ji bo gelek têkoşînên şoreşger jî dibe çavkanî.”

Parêzvana Mafên Mirovan û nivîskar Anja Flach jî diyar kir ku tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye.

Di mîtîngê de sloganên ‘Erdoganê terorîst’, ‘Bijî hevgirtina şoreşgerî’ hate berzkirin û di çarçoveya pêngava ‘100 sdem ji bo darizandina dîktator û 100 hezar îmze’ îmze hatin komkirin.