Daxwaza girtina Demîrtaş û Yuksekdag hate kirin

Di çarçoveya lêpirsînek cuda de derbarê Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag biryara girtinê hate xwestin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, der barê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de xwest di çarçoveya "Bûyerên 6-7'ê Cotmehê" de ji nû ve bên girtin.

Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê hevserokên HDP'ê de ji nû ve lêpirsîn dan destpêkirin.

Serdozger bi lez û bez di derbarê hevserokan de xwest biryara girtinê bê dayîn.

Berdevka Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, li Edliyeya Sıhhiyê radiweste û li benda biryara Hekîmê Sulh Ceza ne. Acar Başaran, anî ziman ku dixwazin hevserokan wekî berpirsiyarê kesên di bûyerên Kobanê jiyana xwe ji dest dane nîşan bide.